Gelo li Xezayê ‘plana Trump’ ji bo Filistîniyan çi ye?
Gelo plana nû ya Trump a ji bo aştiyê, wê jiyana kesên li Xezayê mane rizgar bike, yan jî li derve pêşî li wesayeta biryara der barê Filistînê de hatiye girtin veke?

NEXEM KERACÊ
Xeza – Serokê Emerîkayê Donald Trump, di 29’ê Îlonê de ji bo Xezayê planeke nû ya aştiyê pêşkêş kir. Ev plan, piştî ragihandina peyama sala 2020’an a bi navê "Peymana Sedsalê" hate binavkirin, mîna plana herî bi îdia tê pênasekirin. Lê ev plan di nava şîdet, tehcîr û rûxandinê de hat amadekirin. Li Xezayê şer didome, binesazî hilweşiyaye, rê girtîne, bi deh hezaran kes di kampên penaberan de asê mane.
Sernavên planê wiha ne: Divê demildest agirbest çêbibe, bihevguhertina dîl û rehîneyan çêbibe, Îsraîl, merhele bi merhele vekişe, bingeha komên berxwedanê were belavkirin, di bin çavdêriya saziyên navneteweyî de rêveberiyeke Filistînê ya demborî ya “teknîk”, ji bo avakirina îstîqrarê bicihkirina hêzên navneteweyî û bernameyeke îmarê ya berfireh a nû ku welatên bexşkar fînanse bikin. Her wiha mekanîzmayên çavdêrî û kontrolê yên navneteweyî lê van hemû sozan, ji ber nediyariya temînata pêkanînê, dem û mekanîzmayan, di bin siyê de mane. Ji ber wê ev pirs derdikeve holê: Gelo dê ev plan kesên li Xezayê mane rizgar bike, yan bibe sedem ku biryara der barê Filistînê de hatiye girtin ji derve zêdetir bikeve bin wesayetê?
Divê beriya her nîqaşa siyasî mirov li tabloya li qadê binêre. Bi fermanên koçberkirina bi zorê ya artêşa Îsraîlê, reva ji bakur ber bi başûr ve, girtina Kolana Reşîd a ku girîng e, hedefgirtina komên ku di navbera wan de jin û zarok jî hene, bombekirina nexweşxaney, saziyên sefandina avê, kampên penaberan; mirovên birçî û tî, taxên ku di navbera mirin û jiyanê de asê mane hene. Di vê rewşê de zimanê siyasetê, li ber dengê dayîk, birîndar û zarokan kêm dimîne. Ji ber vê yekê gotinên sê jinên aktivîst ên Xezayî, tabloyeke ku mirovan esas digre nîşan xêz dike.
'Tişta me têkildar dike jiyana kesên li Xezayê ye’
Aktivist Silviya Hesen, bi giraniya êşên ku dîtine wiha dibêje: “Em baş dizanin armanc çi ye. Gelo dixwazin Filistîniyên ku mane rizgar bikin an dewleta dagirker? Ji bo me meseleyek tenê heye: Bidawîbûna şer, rawestandina qirkirinê. Encamên plana Trump me têkildar nake; ya girîng jiyana kesên ku sax mane ye.”
Silviya Hesen, bal kişand ser planên siyasî û wiha got: “Dibe ku ji planê re bibêjin ‘belê’ lê bi hinek guherîn, an jî muzakereyan, tenê dê zêdetir xwîn birijê û hilweşîn çêbibe. Niha Kolana Raşid girtî ye, mirov tên derxistin, êrîşê nexweşxaneyan dikin, mirovên tî û birçî tên kuştin. Di tabloyeke wiha de nabe ku mirov behsa siyasetê bike; xwîna Filistîniyan ji hemû partî û hêz û hîzban bi nirxtir e.”
'Dibe çareserî tenê ev plan be'
Aktivîst Sabrîn el-Harazîn jî ji aliyekî cuda ve dinêre û wiha dibêje:
“Plan, di demek ku gelê me di nava bombebaran û hilweşînê de maye û ji her alî ve westiya ye derket holê. Ger welatiyên Filistînî destekê didin vê planê, ji ber daxwaza rawestandina koçberiya bi zorê û mirinê ye lewre plan weke kêreke tûj a du serî ye. Aliyê wê yê erênî ew e ku şer bide rawestandin û ji nû ve dest bi avakirinê bike, riya ber bi dewleta Filistînê ve veke. Aliyê neyînî jî dibe ku me sed salan bi paşve bibe. Dibe ku plana Trump, ji bo pêşîgirtina projeyên siyonîst û gelê Xezayê, bibe çareserî.”
'Plan berjewendiyên rojava û Emerîkayê dike yek’
Aktivîst Nelly el-Misrî jî got; “Plana Trump, li Xezayê berjewendiyên rojava û Emerîkayê dike yek. Em dixwazin şer û xwînê rawestînin lê dizanin ku bedela giran a vê planê em ê bidin. Mirov nikare tiştek wiha bipejirîne.”
‘Komkujiyê rawestînin’
Li Xezayê qenaeta aktivîst û kesên sivîl ev e: Tu plan heta ku beriya her tiştî komkujî bi dawî nebin tu wateya wê tune ye. Divê korîdorên mirovî werin vekirin, koçberiya bi darê zoarê were rawestandin û rêveberiyeke ku ji derve ve hatiye ferzkirin were redkirin. Alî planê ji bo rawestandina xwînê û destpêka îmarê derfet dibînin, yên li dijî derdikevin jî bi fikar in ku bi rûpola kontrola navneteweyî îradeya Filistîniyan were desteserkirin. Ji kolanên hilweşandî, ji kampên penaberan û ji servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan tenê dengê “Komkujiyê rawestînin!” tê.