rojane
-

Li Efrînê Şêrîn Nûrî Oso ya 19 salî li mala xwe hat kuştin
Li Efrîna di bin dagirkeriyê de piştî tundiyê kuştina Şêrîn Nûrî Oso ya 19 salî, binpêkirinên sîstematîk ên li dijî jinan û valahiya ewlehiyê ya heyî carek din raxist ber çavan.
-

‘Windakirina binçavkiriyan, binpêkirina mafê mirovan e’
Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a NY’yê ya li Îranê May Sato ragihand ku ji nêz ve dosya 25 kesên li bajarê Meşhedanê hatîn binçavkirin dişopînin û got: “Windakirina binçavkiriyan, binpêkirina mafê mirovane.”
-

Li Bamyanê berxwedana jinan li dijî sînorkirinan
Bamyan, parêzgeheke dîrokî û çandî ya girîng a Efganistanê ye, ji vegera Talîbanê ve bi sînorkirinên berfireh ên li ser jiyana jinan re rû bi rû maye. Jinan bi perwerdehiyên veşartî, bazarên jinan û qursên jêhatîbûnê rêyek nû ya berxwedanê bijartine.
-

Kongra Star: Hind Salah jinek çalak wêrek û têkoşer bû
Koordînasyon Kongra Star ji bo aktîvîsta Sûriyeyî Hind Salah a çû ser dilovaniya xwe sersaxî xwest û got ku “Jina çalak, wêrek, têkoşer, adil Hind Salah; tevî nexweşiya xwe ya giran jî di nava berxwedayînê de bû.”
-

'Dêûbavtiya bi hişmend bingeha mezinbûna nifşekî bihêz ava dike'
Derûnnas Rîma el-Gacerî destnîşan kir ku ji bo bidestxistina wekheviya zayendî, pêdivî bi avakirina hevsengiyek di navbera rolên mêr û jinan de heye û got, "Dêûbavtiya hişmend bingeha mezinbûna nifşek hevseng ava dike."
-

Bi pîşeya xwe li Misra Jorîn qaliban hildiweşîne
Heba Eşref li Misira Jorîn zincîrên kevneşopiyê şikand, nîşan da ku îradeyek û xebata dijwar dibe sedema serkeftinê. Wê wekî ajokara motorsîkletê dest pê kir, piştre karûbarek radestkirinê damezrand, bi biryardarî û xwe-fêmkirina xwe îlham da jinan.
-

‘Peymana 10’ê Adarê dê jinan ji binpêkirinan biparêze’
Endama Yekîtiya Jinên Suryanî Rîma Merşo piştrast kir ku pêkanîna peymana 10’ê Adarê dê hemû Sûriyeyiyan, bi taybetî jî jinên Sûriyeyî yên ku bi salan e êşa binpêkirin û koçberiyê kişandine, dê ji binpêkirinan biparêze û jin dê bighîjin aramiyê.
-

Cîhanek şoreşa bakur û Rojava di dil de kir yek
Cîhan Bîlgîna ku ji Bakurê Kurdistanê da serê rê, sûcên dagirkeriya Tirk ên li Rojava bi dinyayê re parve kir û got “Ez bawer im wê ev pêvajo biser bikeve û careke din bi Rêber Apo re rûnin.”
-

Rêxistinên jinan binpêkirinên li Îranê şermezar kirin
Rêxistinên jinan û mafên mirovan, bi daxuyaniyekî binçavkirin û girtinên li Îranê şermezar kirin û gotin: "Divê civaka navneteweyî li dijî Îranê zimanekî tundtir bikarbîne."
-

Li El Faşêrê zêdetirî 150 cenaze hate dîtin
Li gorî rapora nû ya ji aliyê Laboratuwara Lêkolînên Mirovan a Fakûlteya Tenduristiya Gel a Zanîngeha Yale ve hate amedekirin, li El Faşêrê û derdora wê zêdetirî 150 cenaze hatiye dîtin.
-

Ji jinên Sûdanî panel: Jin bedela şer û koçberiyê didin
Di panela serhêl ku ji aliyê Înîsiyatîfa "Ji Zilma Li Dijî Linan Re Na” ve hate li dar xistin de, rolên çalak ên jinên Sûdanê ya di têkoşîna li dijî şer de û cûreyên tundiya nayê dîtin ya jin pê re rû bi rû dimînin, hate nîqaşkirin.
-

Pevçûnên li Kordofanê tundtir dibin
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, fikarên xwe yên li ser zêdebûna pevçûnên li Sûdanê anî ziman û diyar kir ku ji destpêka vê mehê ve 43 jê zarok herî kêm 104 kes di encama êrîşên dronan ên li herêma Kordofanê de hatine kuştin.
-

Komeleyên jinan bertek nîşanî hedefgirina Komeleya El-Keram dan
Piştî êrîşa li dijî Komeleya "El-Karameh" a li Cezayîrê ji bo bihêzkirina jinan û parastina mafên wan xebat dimeşîne, hinek rêxistinên jinan hedefgirtina rasterast a xebatên ku piştgiriyê didin jinan, şermezar kirin.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî destdirêjiya zarokan daxuyanî da
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, derbarê destdirêjiya zarokan de li Parlamentoyê daxuyaniyek da û bal kişand ser pêwîstiya pêkanîna belgeyeke siyasetê ya li ser têkoşîn û pêşîgirtina tundiya li ser bingeha zayendî.
-

Li Firatê 1’emîn konferansa 500 komînan: 300 delege hatin ba hev
Li kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku zêdetirî 500’î komîn hene, yekemîn konferasa komînan bi beşdarbûna 300 delegeyan hat lidarxistin.
-

Li dijî tundiyê bi hezar û 905 çalakiyan xwe gihandin 12 hezar jin û mêran
Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li dijî tundiya li ser jinê zêdetirî hezar û 905 semîner, panel, komxebt û çalakyên bîranînê li dar xistine û zêdetirî 12 hezar jin û mêr beşdarî çalakiyan bûne.
-

Aktîvîsta Suweydayî Hind Salah jiyana xwe ji dest da
Aktivîsta Suweydayî Hind Salah, piştî têkoşîna li dijî nexweşiyê, di 61 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Hind Salah li pey xwe mîrasa têkoşîna bi rûmet a li dijî zext û bêedaletiyê hişt.
-

2,6 milyonî zêdetir mirov derzagonî hatine dersînorkirin
Rêxistina Efûya Navneteweyî, diyar kir ku di demeke êrîşên Talîbanê zêde bûne de bi taybetî jin û zarokên keç, gelek welat penaper û koçberan, bi zorê dersînor dikin û wan neçarî vegera Efganistanê dikin.
-

Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
DFG û MKG dê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku di 19’ê Kanûnê de ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, di salvegera qetilkirina wan de li Stenbolê bi bîr bînin.
-

Amed xwe ji mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’re amade dike
Di deklarasyona mitînga “Hêvî û Azadiyê” de hate gotin ku başkirina şertên Abdullah Ocalan ji bo pêvajoyê girîng in û wiha hate gotin: “Mifteya biratiya dîrokî û hiqûqê di ‘mafê hêviyê’ de, di cîbicîkirina vî mafî de ye.”