rojane
-

TJA ji bo tevlibûna mitinga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir
Di 4'ê Çileyê de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitînga "Hêvî û Azadiyê" bê lidarxistin. TJA banga tevlibûna mitingê kir û got: “Werin em bi hev re bin û wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê."
-

Di şerê Xezayê de 70 hezar û 925 kes mirin
Hejmara kesên di şerê Îsraîlê ya li dijî Xezayê de mirin bû 70 hezar û 925. Heta niha cenazeyên hinek kesan di bin kavilan û rêyan de asê maye û tîmên rizgarkirinê û personelên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin wan.
-

Jinên li Iraqê daxwaza 'Peymana Ewlehiyê' dikin
Rêxistina Bihêzkirina Jinan Kahramana, bi armanca ewlehî, edalet û bihêzkirina jinan, bi beşdariya jinên di warê siyasî de li pêş û nûnerên saziyên civaka sivîl, furumeke neteweyî ya bi sernavê “Peymana Ewlehiyê” li dar xist.
-

Dayikên Şemiyê di hefteya hezar û 82'an de edaletê xwestin
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 82'an de, careke din bi qurnefîlîlên di dest xwe de li Qada Galatasarayê kom bûn û ji bo xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin "edalet" xwestin.
-

Lîstikvana Misrî Somaya El-Alfy koça dawî kir
Hunermenda Misrî Somaya El-Alfy a 72 salî, li nexweşxaneyeke Qahîreyê ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, koça dawî kir.
-

Kongra Star li gelek bajaran qetilkirina Şîrîn Oso şermezar kir
Kongra Star, li 4 bajar û 2 navçeyan qetilkirina jina ciwan Şîrîn Oso şermezar kir û li dijî tundî û qetilkirina jinan banga hesabdayînê kir.
-

Jinan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadê
Kongra Star a bajarê Qamişloyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Bi Rihê Komînal û Civaka Demokratîk Emê bi Rêber Apo re Azad Bijîn’ meşekî girseyî li dar xist.
-

Ragihandina ‘Bajarê Jinan’: Bajar wê bi keda jinan werin avakirin
Koordînasyona Amadekariya Bajarê Jinan a Amedê deklarasyona “Ber bi Bajarê Jinan Amedê ve” eşkere kir. Di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku ew ê bajarê Amedê bi hişmendî û hest û ramanên jinan ji nû ve ava bikin û bi rê ve bibin.
-

Jinên kêmendam bi berhemên ku çêdikin debara xwe dikin
Jinên kêmendam ji bo dema xwe baş derbas bikin, debara xwe bikin û jiyana bi rûmet ava bikin, hewldan û têkoşîna xwe didomînin. Tevî hemû zoriyan jî ji bo xeyalên xwe pêk bînin û mercên jiyana xwe baştir bikin bi hev re dixebitin.
-

Jinên Sûriyeyê saleke bi tundî û qirkirinê li pey xwe hiştin – GOTAR
Çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê ji 27’ê Mijdara 2024’an ve heta niha, jiyana jinên Sûriyeyê veguherandine dojehê. Di saetê de 10 jin tên qetilkirin, îşkencekirin, rastî destdirêjiyê tên û tên revandin û koçberkirin.
-

Ji Meclisa Îştarê Cîhan Mijînî: Emê têkoşîna xwe mezintir bikin
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Mijinî da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêz daye konferansa wan û got: “Divê em jin têkoşîna xwe mezin bikin.”
-

Rojnameger Cîhan Bîlgîn, Rizgar Adanmiş û Nazim Daştan hatin bibîr anîn
Yekîtiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnameger Cîhan Bilgîn, Rizgar Adanmîş û Nazim Daştan bibîr anî.
-

Sê zarok li Xezayê ji ber sermayê mirin
NY diyar kir ku rewşa gihîştina xwarinê li Xezayê hîn jî krîtîk e. Her wiha ragihand ku di meha Kanûnê de sê zarok ji sermayê û kêmbûna gihîştina tenduristiyê mirine.
-

Taybet Înan li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
Taybet Înan û 29 kesên din ên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de hatin kuştin, bi daxuyanî û serdanan hatin bîranîn.
-

Li Îranê zextên li ser welatiyên Bahayî didomin
Rêveberiya îstîxbaratê, gazî Elham Xulas Ardestanî ya ku welatiyek Bahayî ye kir ku pirsên derbarê hevjînê xwe yê girtî de, bibersivîne.
-

Li Sûdanê sûcên girseyî yên li dijî sivîlan didomin
Di demekê de ku li Sûdanê pevçûn berdewam dikin de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi komkujî, dastderêjiya sîstematîk û koçberkirina bi zorê, êrîşî sivîlan kirine. Wezareta Tenduristiyê ragihand ku 986 kes hatine kuştin.
-

Li Xezayê zêdetirî hezar kesên li benda tahliyekirina bijîşkî mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku zêdetirî hezar nexweşên ku li Xezayê li benda tahliyekirina bijîşkî bûn mirine.
-

Mamosteyê zarok tacîz kirin hat binçavkirin
Li navçeya Cizîrê S.O. yê ku li dibistaneke Lîseyê mamoste bû û li gelek xwendekar tacîz kiribûb hat binçavkirin.
-

Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Stenbolê hatin bîranîn
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin li Stenbolê hatin bîranîn.
-

KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye
Koordînasyona KJK'ê êrişên nijadperestî û zayendîperestî yên li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û got, "Êrişek li hemberî rûmeta gelê me û jinan hemûyan e." Lewma xwest, pêkanînên hiqûqî li dijî vê êrişkariyê bê kirin.