"Ziman hebûna mirov nîşan dide"
Mamosteyên zimanê Kurdî diyar kirin ku ziman ji bo hemû pêkhateyan girîng e û xwediyê wateyeke mezin e, li dijî gefên li ser zimanê Kurdî divê hemû Kurd têkevin nava liv û tevgerê.
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di gelek mijarên cur bi cur de, ji bo têgihîştina hest û ramanên xwe, ji bo ku bi tevahî bidin diyarkirin. Pêdiviya me bi ziman heye. Ziman rêbaza nîşaneyên bi deng e û amûra ragihîştinê ya herî pêşketî ziman e, bingeha xwe ji peyvê digre. Çêbûna deng û wateya peyvê, herikandin û rêzkirina wê, di nava hevokê de bi hin destûrên diyar ve dirêdayî ne. Têgeha ziman, girêdaneke xwe ya xurt, bi têgeha çandê re heye. Di çarçoveyeke teng de, ziman bi awayekî bingehîn têgeha sereke ya qada çandê ye. Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Li Efrînê qirkirina ziman, çand, exlaq, guhertina demografiyê tê kirin. Hemû cureyên desthilatdarî li Efrînê tên meşandin, bi taybetî li ser zimanê Kurdî ku êdî perwerdeya ziman ango asta zimanê Kurdî gihîştibû asteke mezin û qada perwerdeyê berfireh bibû. Dewletên hegemon bi riya êrîşên xwe dixwazin zimanê Kurdî di qirkirinê re derbas bikin.
Mamosteyên zimanê Kurdî der barê ziman û girîngiya ziman de ji ajansa me re axivîn.
Ziman hebûneke zindî ye
Tolîn Şêx Dado Mamosteya waneya dîrokê ye, di axaftina xwe de teqez kir ku ji bo hest û ramanên xwe pêdivî bi zimanê Kurdî heye û wiha bi lêv kir: "Dema ku şoreşa azadî û rizgariyê dest pê kir, yekser me dest bi pergala perwerdeya zimanê Kurdî kir. Ji ber ku ya vê pergalê bi ser bixe zimanê Kurdî ye, sîstema perwerdeyê dikare me ji gef û kiryarên dijmin xilas bike. Di dema rejîma Baasê de me bi zimanê Erebî dixwend, her çiqa me bi awayekî veşartî zimanê dayikê dixwend jî dîsa bandora zimanê Erebî li ser zimanê Kurdî hebû. Piştî ku em ji hişmendiya Baasê xilas bûn, me dest bi perwerdeya zimanê dayikê kir, wê demê zarok bi hêsanî bi zimanê Kurdî diaxivîn, dinivîsandin, lêhurbûn dikirin. Zimanê kolanê, malê, dibistanê û zanîngehê hemû bi Kurdî bû. Ji ber ku ziman Kurdî bû bi awayekî hêsan û xweş zarok fêrî dibûn. Xewn û xeyalên me ew bû ku em rojekê bi zimanê xwe biaxivin, ew xewn pêk hat. Lê Îro li Efrînê zimanê Kurdî tê qirkirin. Li Efrînê roj bi roj pergala perwerdeya Kurdî tê tunekirin, dewleta tirk dixwaze wê pergalê tune bike."
Li Efrînê ziman tê qirkirin
Tolîn da xuyakirin ku herî zêde zext li ser zimanê Kurdî tên kirin û wiha pêde çû: "Hemwelatiyên Efrînê ciwan, zarok, dayik, jin, pîr û kal hemû, bi Kurdî diaxivin ne mumkun e neyên girtin û îşkence li wan neyê birîn. Rewşa Efrînê ber bi çav e, çi di hundirê Efrînê de diqewime çi ceza ango îşkence li gel tê kirin. Li şûna zimanê Kurdî zimanê tirkî hatiye dayîn, gelê Efrînê bi darê zorê bi tirkî diaxive û dinivîsîne. Ev bi xwe qirkirin e ji bo mafên Kurdan. Bi sedsalan e dewleta tirk zimanê me diziye, paşê welatê me dagir kir û careke din dixwaze zimanê me bike zimanê xwe û li şûna zimanê Kurdî zimanê tirkî bike yê esasî. Bi van rêbazan ango bi şêweyên qirkirina ziman, dixwaze herêmên dagirkirî bike cihê dojehê. Niha her kesê dest bi hemleya bi Kurdî kiriye divê em di asteke mezin de vê bikin rojava xwe ya sereke. Dewleta tirk bi riya tunekirina ziman dixwaze neteweyan tune bike, wek gelê Ermen bi destên dewleta tirk hatin qirkirin. Dixwaze van kiryarên wiha bi serê Kurdan de jî bîne. Bi riya ziman netew tên naskirin û hebûna xwe diyar dikin, banga min ji tevahî ciwan û bi taybetî xwendekaran re ew e ku xwedî li zimanê dayikê derkevin."
"Naxwazin em bibin xwediyên zimanê xwe"
Mamoste Sureya Hisên jî da zanîn ku hemû dewletên navneteweyî dixwazin Kurdan bi riya ziman qir bikin û wiha domand: "Pergala AKP-MHP'ê li Bakurê Kurdistanê çawa tê meşandin, îro ew pergal li Efrînê jî xwe dubare dike. Şêniyên Efrînê bi awayekî serbest nikarin di malên xwe de bi hev re biaxivin, nikarin bi Kurdî stranan bibêjin ango xwe bi Kurdî îfade bikin. Ev kiryarên ku li Efrînê tên kirin, dijminahiyê didin diyarkirin bêtehemuliyê nîşan didin. Dewleta tirk û çeteyên wê dixwazin zimanê Kurdî bidin çewisandin. Çawa Efrîn hat dagirkirin yekser dijmin alên xwe hildan jor, paşê pergala dibistanan dan guhertin, navê dibistanan veguherandin tirkî, di heman demê de navê tevahî saziyan kirin tirkî. Navê gundan jî tevahî kirin tirkî, ev yek têrê nake niha dest bi qirkirina ziman kiriye. Zarokên Efrînê îro bi darê zorê zimanê tirkî dixwînin, li vir dixwazin zarokan dûrî zimanê Kurdî bixin û helandinê bidin avakirin, hê zarok biçûk in loma dixwazin di mêjiyê wan de zimanê tirkî bidin çandin. Dema zimaneke di welatekî de winda dibe wê demê hebûna wî welatî jî winda dibe."