Di çalakiya “edaletê” de 301 roj
Malbata Şenyaşar dê di roja 301’an a çalakiya xwe ya “edaletê” de serdana ÎHD’a Stenbolê û partiya şoreşger bike.
Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 301’an de berdewam dike.
Ferît Şenyaşar ku ji bo tevlî Forûma Gel a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî bibe doh çû Stenbolê, îro ji bo piştgiriya hiqûqî ya bi nobeda wan a edaletê wê serdana Şaxê Stenbolê yê ÎHD'ê û Serokatiya Bajarê Stenbolê ya partiya Şoreşger a Yekbûyî bike. Dayik Emîne Şenyaşar jî "Nobeta Edaletê" li mala xwe ya li Pirsûsê dewam dike.
Malbataê li ser hesabê xwe yê medya yê ev parvekirin kir, "We sê mirovên me li nexweşxaneyê qetil kirin. Kujerek jî nehat girtin! Yek ji ferdên malbata me ku nêzî 4 sala ye bi biryareke siyasî di hucreya yek kesî de têg irtin êdî berdin."