Kombûna Jinên Zenûbya li hemberî êrîşan soza bilindkirina têkoşînê da
Kombûna Jinên Zenûbya bi daxuyaniyekê bombebarana dewleta tirk a dagirker ku di encamê de jinek û zaroka wê li sînorê gundê El-Seyad ê gundewarên Minbicê jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û biriyardariya li hemberî êrîşan bilindkirina têkoşînê da.
Minbic – Her roja diçe êrîş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di êrîşan de her roj welatiyên herêmê jiyana xwe ji dest didin, bê mal dibin û li gel wê jî di mayîla li cih û warê xwe de îsrar dikin. Di êrîşan de jina Minbicî Hana Ezîz El-Elî ya 30 salî û keça xwe Şam Amir El-Şelan a 6 mehî li sînorê gundê El-Seyad ê jiyana xwe ji dest dan. Kombûna Jinên Zenûbya bombebarana dewleta tirk a dagirker li ser gundewarên Minbicê şermezar kir û têkildarî qetilkirina Hena û keça wê Şam daxuyanî dan.
“Emê hesab ji qatîlên Hana û keça wê Şam bixwazin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi navê Kombûna Jinên Zenûbya û hemû jinên Minbic û gundewarên wê em êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ên ser bajarê Minbicê ku sivîlan di malên wan de hedef girtin û di encamê de Hana Ezîz El-Elî û zaroka wê Şam li gundê El-Seyada jiyana xwe ji dest dan şermezar dikin. Dijmin ferqê naxe navbera zarokû jin, hemû gelên azad ên ku girêdayî xak û welatê xwe ne dike hedef û pêre jî xwezayê wêran dike. Ev êrîşên berdewam ên li ser herêmên me ji bo ji holêrakirina berxwedan û sekna gelan û şikandina projeya neteweya demokratîk e ku li dijî projeya wan ya dagirkeriyê ye, nemaze piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji hovîtiya DAIŞ’ê bi hovane êrîş dikin. Ev proje bûye stirî di qirika dewleta tirk de û vegerandina Împaratoriya Osmanî armanca yekem û dawî ya Erdogan e. Ji ber ku dewleta dagirker a tirk bi komkujiyên xwe sûcên zêdetir ser jin û zarokan de dike êdî di navnetewî de rureş bûye.
“Dagirkeriya tirk hewl dide fikir û vîna jinên azad qels bike”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser pêkanînên Tirkiyeyê yên li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan û ev tişt hat gotin: "Tirkiye bi tu pîvan û qanûnên navneteweyî re eleqedar nabe, ya girîng li gel wê ewe ku gelan ji mal û milkên wan derxe û axa wan dagir bike. Armanca wê ya yekemîn jin e, ji lewra dagirkeriya tirk hema bêje her roj derbên dijwar li jinan dixe û dixwaze ruhê berxwedanê di nava jinên ku di bin nîrê dagirkeriyê de dijîn qels bike û fikir û vîna azad a jinên ku dixwazin avahiyek azad ava bikin ji holê rake. Ev hemû sûcên dewleta tirk a dagirker li ber çavên cîhanê û bêyî tevgerên rêxistinên ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin, dûrî nirxên mirovî û exlaqî ne.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin û dawî li binpêkirinên Tirkiyeyê bînin û wiha hat gotin: “Ev hemû êrîş û komkujî hêz û îradeya me ya ji bo berdewamkirina têkoşîna li hemberî hemû êrîşên dewleta tirk û şopandina riya şehîdên azadiyê zêde dike.”