Çalakiya nobeta “edaletê” di roja 302’an de ne

Emîne Şenyaşar li gel hewaya sar jî çalakiya xwe ya nobeta “edaletê” dewam dike.

Riha - Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 302’an de berdewam dike. Saetên serê sibê maltaba Şenyaşar hatin ber Edliya Rihayê li cihê weke “Goşê edaletê yê malbata Şenyaşar” hatî binavkirin dest bi çalakiya xwe kirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya yê peyama "Nobeta me ya edaletê di sermaya zivistanê ya 2 pileyî de dewam dike. Çawa ku daxwaza me ya edaletê pêk nehat Walîtiyê jî daxwaza me ya kon red kir. Dayikek li Rihayê li sermê tê hiştin."