Tundiya bi pergalî Safiye Ok ber bi mirinê ve bir

Hat hînbûn ku Safiye Ok a li Nisêbînê bi guman jiyana xwe ji dest da, di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiyê hatiye. Xizmên Safiye Ok ên em bi wan re li ser mijarê axivîn wiha gotin; “Di bûyera dawî ya tundiyê de derb ji serê xwe xwar û ji ber vê yekê salek derman bi kar dianî. Ji ber tundiya dît, ber bi mirinê ve hat teşwîqkirin.”

Hat hînbûn ku Safiye Ok a li Nisêbînê bi guman jiyana xwe ji dest da, di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiyê hatiye. Xizmên Safiye Ok ên em bi wan re li ser mijarê axivîn wiha gotin; "Di bûyera dawî ya tundiyê de derb ji serê xwe xwar û ji ber vê yekê salek derman bi kar dianî. Ji ber tundiya dît, ber bi mirinê ve hat teşwîqkirin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin - Dayika 4 zarokan Safiye Ok a 50 salî ku li Taxa Akçatarla ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê dijî, 2 roj berê li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Cenazeyê Safiye Ok a ku zaroka wê ya 11 salî wê dît, piştî otopsiya Morga Tiba Edlî ya Mêrdînê, li gundê xwe hat definkirin. Xizmên Safiye Ok û şêniyên gund ku me der barê mirina bi guman de bi wan re hevdîtin pêk anî, bal kişandin ku Safiye Ok ji aliyê hevserê xwe Alî Ok ve her dem rastî tundiyê hatiye.
"Ji aliyê hevserê xwe ve rastî tundiyê dihat"
Li gorî agahiyên xizmên wê, hat hînbûn ku Safiye Ok di bûyera dawiya tundiyê de, derb ji serê girtiye û tenduristiya xwe ya derûnî winda kiriye. Xizmên Safiye Ok a li mala xwe darvekirî hat dîtin, diyar kirin ku ev salek e derman bi kar aniye û tenduristiya wê ya derûnî winda kiriye û wiha gotin; “Ew ji ber tundiya ji aliyê hevserê xwe dîtiye ve ber bi mirinê ve çû.”
"Der barê îdiayên tundiyê de tu muameleya huqûqî nehat kirin"
Hat hînbûn ku hevjînê wê Alî Ok ê îdia kir di bûyerê de ne li malê bûye, di îfadeya xwe ya li Mêrdînê de wiha gotiye: “Ez ne li malê bûm. Di dema bûyerê de ez li gund li qehwexaneyê rûniştibûm. Ez ji cîranên xwe yên ku min agahdar kirin bûyerê hîn bûm." Der barê îdiayên tundiyê yên li hemberî Alî Ok ê ku îfadeya wî tenê di çarçoveya lêpirsînê de hat girtin de tu muameleya huqîqî nehat kirin.