"Zexta Talîbanê ya li dijî protestoyan hovîtî ye"
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bi raporek ku weşand, zexta Talîbanê ya li dijî protestoyên aştiyane yên jinan weke ‘hovîtî’ bi nav kir.
Navenda Nûçeyan – Jinên Afgan dema ku bi daxwazên wekhevî, edalet û aştiyane çalakiyên protestoyî li dar dixin rastî êrîşan Talîbanê tên, bi girtin û revandinê re rûbirû dimînin lê tevî vê yekê jî ji bo mafên xwe têdikoşin. 12’ê Cotmehê roja Çarşemê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, raporek li ser êrîşên Talîbanê yên li dijî çalakiyên protestoyî weşand û weke “hovîtî” bi nav kir.
Çalakî mafeke makezagonî ye
Di raporê de hat diyarkirin ku piştî Talîban li Afganistanê hatiye ser desthilatdariyê û vir ve, jin li dijî zextên Talîbanê di refên pêş de cih digrin. Her wiha di raporê hat ragihandin ku jin bi daxwaza wekhevî, edalet û aştiyê çalakiyên şermezarkirinê li dar dixin û tevî ku ji aliyê Talîbanê ve rastê êrîş û lêdanê tên jî têkoşîna ji bo parastina mafên xwe yên zagonî didomînin.
"Dê bi dirûşma “Nan, xebat û azadî” têkoşîn bidome”
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan bi rapora xwe diyar kir ku jin ji bo mafên xwe yên xebatê bi dest bixin û zarokên keç jî bikaribin biçin dibistanê bi dirûşma “Nan, xebat û azadî” têdikoşin. Hat ragihandin ku piştî Talîban li Efganistanê hatiye ser desthilatdariyê, jin ji kar û perwerdeyê bepar mane, zarokên keç ji pola şeşan pê ve nikarin bixwînin û jin ji hemû mafên xwe yên şexsî û civakî bêpar mane. Li dijî van astengiyan jî jinan gelek çalakiyên protestoyî li dar xistine hê di her carê de Talîbanê bi şîdet çalakiyan asteng kiriye.