Jinan bi tîlîliyan Nagihan Akarsel pêşwazî kir

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel, li Xelîkanê bi tîlîliyên jinan hat pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Cenazeya Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, rojnamevan û nivîskar Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, danê sibehê piştî otopsiyê anîn gundê Golyazî (Xêlîkan) ê navçeya Cîhanbeylî ya ku lê ji dayik bû.

Jinan cenazeyê Nagîhan Akarsel bi tîlîliyan xwe pêşwazî kirin. Jinan cenaze li ser milan kirin û birin goristana gund.

Cendirmeyan hewl da jinan asteng bikin

Cendirmeyan hewl da jinan wêneyên Nagîhan Akarsel hilnegirin. Jinên ku li hemberî vê yekê li ber xwe dan bi wêneyan meşa xwe berdewam kirin. Piştî ku girseya gel pankartên bi nivîsa "Jin jiyan azadî" ber bi goristanê ve meşiya, li ser navê girseya gel Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran axaftinek kin kir.

“Em hemu Nagîhan in”

Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe de got, “Nagihan em hemû ne. Dibe ku wan Nagihan qetil kiribin. Weke rêhevalên Nagîhan em ê xwedî li mîrateya wê derkevin û heta dawiyê em ê têkoşîna wê bidomînin.”

Şalê mor û qurnefîl…

Piştî wecîbeyên olî Nagîhan Akarsel spartin axê. Jinan şalên mor bi kevirê gorê ve kirin û qurnefîl danîn ser gora Nagîhan Akarsel. Malbata Akarsel li malê sersaxiyê qebûl dike.