Ji bo Nagîhan Akarsel li çar parçeyên cîhanê find hatin pêxistin
Endama navenda lêkolînan a Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin, wê cenazeyê wê li gundê Xelikan ê Cîhanbeyliya Konyayê were definkirin.
Navenda Nûçeyan – Endama navenda lêkolînên jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê de li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin, cenazeyê wê ji deriyê gumrikê di Silopyayê birin Konyayê. Cenazeyê Nagîhan Akarsel ji bo karûbarên otopsiyê şandin nexweşxaneya bajar a Konyayê, piştî karûbarên otopsiyê bi dawî bibin, wê cenazeyê wê li gundê Xelikan ê Cîhanbeyliya Konyayê were definkirin.
Ji bo Nagîhan Akarsel li gelek cihan merasîma bîranînê hat lidarxistin û êrîşa li dijî wê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Di Twîterê de hestega bi navê #NagihanAkarsel hat vekirin û jinan gelek parevekirin kirin û ji bo Nagîhan Akarsel mûm pêxistin, bi deqeyek rêzgirtinê wê bi bîr anîn.
Li Stembolê mûm hatin pêxistin
Li Stembolê jinan li cihê ku lê bûn, bi wêneyê Nagîhan Akarsel, mûm, qurnefîl û Kovara Jineolojiyê wê bi bîr anîn. Jinan piştî ku mûm pêxistin deqeyek rêz girtin û soza berdewamkirina têkoşîna wê dan. Jinan bi dengekî billind, bi çepikan dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind kirin.
Li Geverê hat bibîranîn
Li rêxistina HDP’ê ya Geverê bi beşdarbûna endamên meclisa Dayikên Aştiyên merasîma bîranînê hat lidarxistin. Ji bo Nagîhan Akarsel li ser maseyan qurnefîl hatin danîn û mûm hatin pêxistin. Li Bazîda Agiriyê li saziyên TJA û HDP’ê bi merasîmek Nagîhan hat bibîranîn. Jinan li Mûşê merasîma bîranînê li dar xistin. Li Wanê ji bo Nagîhan Akarsel helbest hatin xwendin.
Ji aliyê kedkarên ragihandinê ve hat bibîranîn
Li gelek cihên cîhanê di heman demê de merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Jinên Alman jî li ber wêneyên Nagîhan Akarsel mûm pêxistin û stranên Kurdî gotin.
Kedkarên Medya Haber Tv û Sterk Tv bi dehan kedkarên ragihandinê, li bajaroka Denderleuw a Brukselê bi pêxistina mûman û nivîsên Jin Jiyan Azadî Nagîhan Akarsel bi bîr anîn.
Li Londrayê stand hat vekirin
Li Londrayê Tevgera Jinan a Demokratîk a Awropayê (ADKH) standek ku ji wêneyên Nagîhan Akarsel pêk dihat vekirin bi dovîzên “Em Efû nakin” qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin.
Li Parîsê bîranîna watedar
Li paytexta Fransa Parîs merasima bîranînê hat lidarxistin, li Parîsê merasîma bîranînê li cihê ku di 9’ê Çileya 2013’an de 3 jinên têkoşer lê hatibûn qetilkirin hilbijartin. Li ber wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û Nagîhan Akarsel mûm hatin pêxistin. Jinan dirûşmên “em qatilan nas dikin û dest ji berxwedaniya xwe naberdin” “Jin Jiyan Azadî” bilind kirin.
Ji AP’ê dirûşma Jin Jiyan Azadî
Senator laura Cest Fort û gelek siyasetmedarên din û parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca li parlamentoya Ewropayê bi wêneyên Nagîhan Akarsel mûm pêxistin û bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” Nagîhan Akarsel bi bîr anîn.
Jinên HDP’î di meclisê gotin ku dê pênûsa wê li erdê nemîne
Parlamentera Stembolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum, li Meclisa Tirkiyeyê mafê axaftinê girt û ev peyam xwend: “Nagîhan Akarsel îmze avêtiye bin gelek lêkolînan û li ber deriyê mala xwe bi êrîşek nemerdane hat qetilkirin. Em jin li pey şopa heqîqetê ya Nagîhan Akarsel bimeşin. Bila dewleta mêr a faşîst bizanibe wê tu caran pênûsa Nagîhan Akarsel li erdê nemîne. Ji Tahranê heta Amedê ji Amedê heta Stembolê û ji Stembolê heta Berlînê, li hemû cîhanê dengê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bilind bû.”