Jinên Efrînî: Nagîhan ji jiyan û xwezayê hez dikir
Jinên Efrînê yên ku bi Nagîhan Akarsel re mane behsa kesayeta wê kirin û gotin: "Nagîhan Akarsel ji bo azadiya jinan ji bindestiya zihniyeta mêr tevdigeriya û di nav lêgerînê de bû, ji jiyanê û xwezayê hez dikir."
HESNA MIHEMED
Şehba – Endama Lêkolînên Jinêolojî Nagihan Akarsel ji bo xebata jineolojî û zanista jinan bi civak û jinan bide nasîn tevdigeriya û li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî xwedî kedekî mezin bû. Bi taybetî li herêma Efrînê jineolojiyê zêdetir di nav civakê de belav kir û bi jinan zanista wan da nasîn. Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne nêrîn û bîranînên xwe bi Nagîhan Akrasel re bi me re parve kirin.
"Bi ruhekî şoreşgerî tevdigeriya"
Endama Navenda Jineolojî Efrîn-Şehbayê Gulistan Arêf der barê naskirina xwe û Nagîhan Akarsel de axivî û ev tişt got: "Rûyê wê yê bi ken xwezayîbûna wê nîşan dida. Têkiliyê wê bi lawir û xwezayê re gelek xweşik bû, bi wan hîs dikir. Her dem digot dar û xweza zindî ne û bi mirovan re diaxivin. Lêkolînên wê der barê zanista jin, xweza û dîrokê de hebûn. Em bi hev re li Efrînê derbasî girê Endarê bûn û li wê derê şûnwarên gir lêkolîn kir ji ber dîroka wê vedigere xwedewanda Îştar. Şehîd Nagîhan bi rihek şoreşgerî tevdigeriya û xebata xwe dida meşandin. Di wê demê de xebata rêxistina Sara min dida meşandin û ji bo pêşketina me her dem şehîd Nagîhan şîret li me dikir û bi me re dibû alîkar û pêşniyar dikirin. Agahiyên gel xwe fêrî xeynî xwe dikir da ku ew jî bi pêş bikevin. Ji bo ku em karibin mafên pakrewan û tekoşerên xwe bidin divê em li ser xeta wan bimeşin û karê wan bidomînin da ku bighîjin armancên wan ên ku di nîvî de mane."
"Di nav lêgerîna azadiya jinan de bû"
Rêvebera saziya Malbetên Şehîdan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê Sayile Şêx Ehmed jî ku li Efrînê şehîd Nagîhan Akarsel nas dikir û jê hêz girtiye wiha anî ziman: "Li Efrînê min karê komîteya lihevkirinê dida meşandin. Nasbûna min û şehîd Nagîhan dema ku derbasî gel me bû ji bo perwerdeyê zêdetir bû. Nêzî mehekê li gel me di perwerdeyê de bû, seranserî vê mehê nasbûna min jê re xurtir dibû. Kesayeta wê hêmin û zîrek bû. Di perwerdeyê de Şehîd Nagîhan jinan li hev civandin û çîroka her dayikek nivîsand da ku di rûpelên dîrokê de bên nivîsandin. Bi jinan û êşa wan hîs dikir. Ji ber ku jinan ji bindestiya zîhniyeta mêr rizgar bibin ji bo azadıya wan her dem di nava lêgerîna heqîqetê de bû hat hedefgirtin. Êdî bes e ji îxaneta li ser jinan re. Em bûyerên hedefgirtina jinên azadîxwaz û pêşeng bi tundî şermezar dikin."
"Li dijî qetilkirina jinan xurtkirina rêxistina xwe esas girt"
Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen naskirina şehîd Nagîhan Akarsel li Efrînê bi lêv kir û wiha çîroka xwe bi Nagîhanê re vegot: "Di sala 2015-2016'an de Nagîhan Akarsel derbasî Efrînê bû bi armanca meşandina xebatên Jineolojiyê di nav welatiyên Efrînê de. Yekemîn car min Nagîhan dît eşqa azadî û jinên azad di çav û rûyê wê de xuya bû. Em fêrî tekoşîna li dijî zihniyeta mêr û rewşa bindestiyê ku jin tê de bû, kir. Şehîd Nagîhan wateya jiyanê ya rast fêrî jinan dikir. Dihişt ku jin rabin ser piyan û têbikoşin. Nagîhan Akarsel hezkirina jineolojî di rihê min de çand û jinên xwedî hêz û îrade di kesayeta jinên Efrînê de ava kir. Bûyera hedefgirtina Nagîhan Akarsel gelek bi êş bû lê me ji vê êşê hêz û moral girt. Divê em li dijî bûyerên ku jinên pêşeng dikin armanca xwe rêxistin û zanebûna xwe xurtir bikin ji ber ku ev bûyer bi plankirî tên kirin. Di şoreşê de xeta îxanet û berxwedaniyê tê meşandin divê em jî xwedî li berxwedanî û tekoşînê derkevin. Em soz didin şehîdên xwe, em ê xwedî li xeta azadiya jinan derbikevin û bi îsrar têbikoşin."