Zerîban Hesen: Armanca me cîhanîbûna Jineolojiyê ye

Zerîban Hesen 2’yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê û pêvajaoya amadekariyên konferansê nirxand û diyar kir ku bi konferansê re wê xebatên xwe yên bi hev re kûrtir bikin û got: “Armanca ew e em Jineolojiyê bigihîjînin asta cîhanîbûnê.”

DÎREN ENGÎZEK – NUCAN ARAS

Hesekê – Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi Jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li bajarê Hesekê yê kontona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Jinên ji neteweyên cuda û yên ji saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bûn.  

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Zerîban Hesen pêvajoya amadekariyên konferansê, nîqaş û hedefên piştî wê nirxand.

Zerîban Hesen diyar kir ku dixwazin fam bikin ka hedefên ku di konferansa 2018’an de li dar xistine pêk hatine yan na û gihîştine kîjan astê û got: “Encamên konferansa yekem û di kîjan astê de me hedefên xwe pêk aniye, me xwest em vê analîz bikin û bi civakê re parve bikin. Lidarxistina konferanseke zanistî piştî 6 salan, di vê demê de, xwedî girîngiyek mezin e.”

‘Beriya konferansê bi jinên ji komên cuda re mijar hatin nîqaşkirin’

Zerîban Hesen der barê xebatên beriya konferansê kirine de agahî da û ev tişt got: “Ji Şehbayê heta Dêrikê, li her herêmê, panel, komxebat û anket me kirin. Di mijarên cuda de xebat hatin meşandin. Ev hemû bi riya Navendên Lêkolîna Jineolojiyê hatin kirin. Di şoreşa jinan de rola jineolojiyê çi ye? Jineolojî çi dike? Zanista jineolojiyê li dijî kes û sîstema ku dixwaze şoreşa jinan têk bibe çiqas bû bersiv? Me li derdora van pirsan nîqaş dan meşandin. Me ji şoreşên ku berê pêk hatin sûd girt. Me xwest di şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye de em bi tarzek zanistî tevbigerin. Beriya konferansê bi komên ji temenên cuda re ev mijar hatin nîqaşkirin. Jinên ciwan bi jinên temenê wan mezintir re nîqaş kirin. Jinên dixebitin, jinên li malê dimînin, jinên bi çandiniyê re mijûl dibin û jinên karker bi jinên di xebatê de ev mijar hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de pêşniyar, daxwaz yan jî encamên ku ji jiyana xwe derxistine kom kirin û me xwest bi vê konferansê parve bikin.”

‘Di konferansê de 5 sernavên bingehîn hatin nîqaşkirin’

Zerîban Hesen diyar kir ku di konferansê de di 5 sernavên bingehîn de nîqaş hatine meşandin û wiha got: “Di konferansa 2’yemîn de 5 sernavên bingehîn hebûn. Akademiya Jineolojiyê yan jî sazîbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di kîjan astê de ye, ev hat nîqaşkirin û parvekirin. Metadolojiya Jineolojiyê çi ye? Xebatên xwe çawa bi tevger dike, çawa dide meşandin, di heman demê de rê û rêbazên Jineolojiyê di perwerdeyê de çi ye, çawa û li ku derê van perwerdeyan dide meşandin? Kî bi rê ve dibe û encamên ku van perwerdeyan di nava 6 salên dawî de derxistine çi ne? Rola Jineolojiyê di şoreşa jinan de çi ye, kîjan xebatan dide meşandin, çawa xwe dide pênasekirin? Ev mijar hatin nîqaşkirin. Di sernava dawî de li Rojhilata Navîn Jineolojî çi dike, kîjan xebatan dimeşîne, cîhanîbûna Jineolojiyê çawa dibe û em ê zanista Jineolojiyê bibin cihek çawa. Emê çawa bi hemû jinan bidin teyîsandin? Li derdora van pirsan nîqaş hatin meşandin. Ji xwe di van sernavan de pêşkêşî hatin kirin.”

‘Em ê xebatên Jineolojiyê zêdetir berfireh bikin’

Zerîban Hesen destnîşan kir ku piştî konferansê wê xebatên Jineolojiyê zêdetir û berfireh bikin û weke Akademiya Jineolojiyê planên xwe wiha anî ziman: “Em hedef dikin ku li Rojhilata Navîn zêdetir em berfireh bibin û xwe bigihîjînin gelek jinan. Gelek kêmanî hene. Ev kêmanî jî ji ber sîstema dewletê ya ku sînoran li pêşiya me derdixe ne. Li welatên Ereb bi navê Jineolojî yan jî bi navê jinan dema em dixwazin saziyekê vekin, gelek astengiyan derdixin pêşberî me. Ji ber qanûn, zayendparêzî û sînorên ku sîstema dewletê çêkirine, xebatên ku em armanc dikin di wextê xwe de nayên kirin. Ji ber piştî konferansê yek ji armanca me ya girîng ew e ku em di Rojhilata Navîn de xebatên Jineolojiyê berfirehtir û kûrtir bikin. Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebat hatin meşandin, em hedef dikin ku vê berfirehtir bikin. Di esas de armanca me ew e ku em Jineolojiyê bigihîjînin asta cîhanîbûnê.”