Rêveberiya Xweseriya ji bo Lubnaniyan masaya krîzê ava kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ragihand ku ji bo welatiyên xwe yên ku ji Lubnanê vedigerin bi awayek bi ewle bi cih bibin, masaya krîzê ava kiriye.

Navenda Nûçeyan- Di encama êrişên Îsrailê di nava du hefteyên dawî de li dijî Lubnanê 87 jê zarok û 156 jin di nav de hezar û 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di êrişên duh yên Îsrailê de, tê diyarkirin ku 33 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran kesên ji ber êrişan reviyane hewl didin cihên xwe biguherin. 

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo welatiyên xwe yên ji Lubnanê neçar mane vegerin û bi awayek bi ewle bicih bibin masaya krîzê ava kiriye. Rêveberiya Xweser  li deriyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriye û herêmên Hikumeta Şamê de bi daxuyaniyekê ragihandin ku masaye krîzê ava kirine.

Masa krîzê hate avakirin

Cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Elî diyar kir ku di encama aloziya li Lubnanê de û li ser bingeha berpirsyariyê û ji bo sivikirina êşên Sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, civîneke awarte li dar xistine. Gulistan Elî  da zanîn ku di civînê de biryar hate girtin ku masaya krîzê bê avakirin û ev masa ji alî û saziyên têkildar pêk tê. 

Wê koç werin kontrolkirin

Gulistan Elî der barê masa krîzê û berpirsyartiyan de wiha got: “Masa dê penaberên Sûriyeyî li derî pêşwazî bike. Navên wan qeyd bike û ji nasnameya wan piştrast bibe. Piştre, şêniyên herêmê yên ji Lubnanê vegeriyane dikarin biçin cem xizm û malbatên xwe. Lê yên xizmên wan li herêmê tune ne, Rêveberiya Xweser dê ji wan re navendên taybet li herêmê peyda bike. Maseya krîzê dê çavdêriya pêşwazîkirina koçberan bike.” Gulistan Elî bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildarî kar û barên penaberan kir ku desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Gulistan Elî careke din banga vekirina deriyê Til Koçerê kir ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê û li penaberan belav bike kir. Diyarkir ku divê hikumeta Şamê derbazbûnê asan bike.