‘Divê jinên ji şer bandor bûne bên parastin’

Çalakvana Hiqûqî Necat El Razî bang li civaka navneteweyî kir ku li heremên şer û bi nakok binpêkirinên li dijî jinan tê kirin werin belgekirin û kiryar bên darizandin û got ku divê jin di asta navneteweyî de bên parastin.

HENAN HART

Mexrib – Jin li welatên ku şer lê didomin di nav xizanî û zextan de ne. Di demekê de ku tundî azarên her kesî zêde dike jî jin a herî zêde ye ji şeran û tundiyê bandor dibin. Jinên li herêmên bi nakok dimînin li hember gelek binpêkirinan rûbirû dimînin. Hiqûqî Necat El Razî geşedanên li heremên şer lê diqewime, bandora van şeran li ser jinan û bi taybetî jî rewşa jinên li Mexrîbê ji ajansa me re axivî.

Ji şeran herî zêde jin bandor dibin

Necat El Razî got ku ji ber zihniyeta mêrperest jin li hember binpêkirinan rûbirû ne lê belê di şeran de azar zêdetir dibin û bi rengên cuda van azaran dijîn. Necat El Razî ya got “Di şeran û nakokiyan de herî zêde jin zirarê dibînin” wiha domand: “Jin ji xizmetên tendirûstiyê mehrûm dimînin. Ji ber nebûna parastinê jî dibe hîn jî rastî pirsgirêkên din werin. Li aliyekî din jî li dewletên şer lê hene jin bi tena xwe bê mal û parastin dijîn ji ber her tişt di rewşa lezgîn de ye û yekê jî jin dibe rûbirûyî destdirêjiyê. Gelek jin ji ber van kiryaran kurtaj bûne û hin ji wan jî bi zorê ji leşkerên dagirker ducanî bûne. Ji ber vê yekê jî divê divê parastina ku em behsa vê dikin di asta navneteweyî de be.”

‘Zewaca zarokan belav bûye’

Necat El Razî anî ziman ku li Xeza, Filistîn û Yemen, Sûriyê û Iraqê ji ber şerên berdevam zarokên keç ji xwendinê bê par dimînin, ji ber vê yekê neçar dibin koçber dibin û wiha got: “Her wiha diyardeya zewicandina keçan di temenekî biçûk de jî gelekî belav bûye. Zewicandina zarokên keç kiryarek li dijî mirovahiyê ye. Her wiha jin ji pêwîstiyên xwe yên taybet û herî biçûk jî bêpar in.”

‘Divê zext bê kirin’

Necat El Razî  li dijî zext û tundiya li ser jinan bal kişand ser girîngiya yekîtiya jinan û got: “Zirara ku jinên di nav şer de dîtin dibe ku li jinan li herêmên bi nakok dibe, dibe ku bandorê li jinan li hin herêmên Afrîkayê jî bike lê belê mantiqa hevgirtina mirovî û femînîst li ser me axaftina der barê berpirsyariya civaka navneteweyî ferz dike. Divê zext li civaka navneteweyî were kirin da ku parastina aktîf pêş bikeve. Divê jin nûner bin û amade bin ji ber wê divê doza jinan di şer û piştî wê de li ber çavan were derbaskirin.

‘Çareserî girîng e’

Her wiha divê jin hişyar bin, eger jin di toreyên herêmî de bi rêxistinên civaka sivîl re xwe birêxistin bikin wê demê dozên jinan tundî û cudakariya li dijî wan bê kirin dê dengê wan were bihîstin. Ji ber binpêkirinên li dijî jinan li van herêman hemû jinan di nav xwe de digre. Tişta ji her kesî tê xwestin ew e ku wan keşif bikin û di nav çapemeniyê de pênase bikin her wiha nameyan ji civaka navneteweyî re bişînin ji bo çareseriyekê ji kiryarên şer re deynin û parastinê di dema şer beriya wê û piştî wê re peyda bikin.”

‘Divê jin hevgirtî bin’

Necat El Razî got “Peyama min ew e divê jin hevgirtî bin û şerê qirkirinê yên li dijî gelê Filistînê şermezar bikin.” Necat El Razî wiha domand: “Her wiha divê em kiryarên li dijî jinan teşhîr bikin Em weke femînîstên li herêmên din dijîn erka me ye em vê yekê bikin. Em bang li hemû aliyan dikin ku parastina pêwîst ji gelên li hember qirkirinê rûbirû ne peyda bikin. Ez peyama hevgirtinê dikim. Divê hemû kiryarên ku li dijî jin û sîvîlan hatine kirin di heremên şer de werin belgekirin her wiha di çapemeniyê de were weşandin û berpirs werin cezakirin.”