‘Ji bo zimanê xwe em ê dest ji têkoşînê bernedin’

Ji perwerdekarên MED-DER Bêrîtan Orak bi gotina ‘êdî bese’ bertek nîşanî zext û êrişên li dijî Kurdî da û got: “Bi zimanê dayîkê jiyankirin yek ji daxwazên herî xwezayî yê. Em ji bo xwe, zarokên xwe û civakê vê têdikoşîn.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Amedê roja 24’ê Îlonê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li ser  Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê û gelek malan de girtin, 30 kes hatin binçavkirin. Ji wan 29 kes hatin berdan û hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Perwerdekara MED-DER Bêrîtan Orak ku hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan hate berdan destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê û daxwaza axaftina zimanê dayikê mafê herî bingehîn yê hemwelatiyan e û li ser polîtîkayên li dijî zimanê dayikê wiha got: “Dibêjin Kurdî azad e, lê belê ew azadiya ku behs dikin ew azadiya di nava sînorên wan de ye.” Bêrîtan Orak diyar kir ku wê ji bo zarok û civakê xwedîderketina li zimanê dayikê berdewam bikin û banga axaftina bi zimanê dayikê û belavkirinê li gel kir.

‘Azadiya Kurdî di nava sînoran de tê dayîn’

Bêrîtan Orak anî ziman ku di civakê de têkoşîna zimanê dayikê ku yek ji têkoşîna herî bingehîn e, ji bo wê xebat didin meşandin û weke komele qursan li dardixin. Bêrîtan Orak destnîşan kir ku beşdarvanên ji 7 salî heta 70 salî bi daxwaza axaftina bi Kurdî tên dersan û di nava xebatek mezin de ne û wiha got:

“Têkoşîna zimanê dayikê, ne tenê sazî û şexsek e, têkoşînek ku hemû gelê Kurd dimeşîne ye. Îro jî em ji bo armancekê li vê derê ne, ev ne hedef û armanca kesekê ye ya civakekê ye. Îro ji 7 salî heta 70 salî hemû kes daxwaza axaftina zimanê dayikê û perwerdeya zimanê dayikê dikin. Zimanê me yê dayikê nasnameya me ye, dayîk û bavên me di vê xalê de gelek êş kişand. Pêwistî bi behskirina berê nîne, tiştên wê demê hatî jiyîn li bîra her kesê ye. Sîstem tiştên ku di berê de heye, tevî sal derbas bûne îro car din dixwazin bixin meriyetê. Em vê qebul nakin. Berê li hemberî zimanê dayikê qedexeyên mezin hebûn, îro dibêjin ‘qasî hun bixwazin hun dikarin bi Kurdî bi axivin’ lê belê ev ji bo xwe dikin hincet, bi qasî ku dixwazin azadiyê didin me.  Dixwazin Kurdî weke azad bidin nişandan, lê belê zextên li hemberî tiyatroya bi zimanê dayikê, nivîsên bi zimanê dayikê li her qadê em dibînin.”

‘Ziyanek çawa ya ‘Pêşî peya’ heye?’

Bêrîtan Orak da zanîn ku zext li her qadê berdewam dike û wiha dom kir: “Tehemula wan ji nivîsek biçûk bi Kurdî li ser cadeyan nîne. ‘Pêşî peya’ jî îro weke xeterî dibînin. Îro bi îradeyak azad, ez bi awayek azad bi zimanê xwe yê dayikê bi axivim wê ziyanek çawa bide vê civakê û vê sîstemê? Em vê baş dizanin; li qadên ku xwedî li zimanê dayikê derdikevin û diaxivin têkoşînek gelek cidî tê kirin. Lê belê bi zorê yek ziman, yek netewî bi vî gelî dide sepandin. Li vê derê em tenê ne li zimanê Kurdî, em xwedî li hemû zimanê dayikan derdikevin û diparêzin. Divê hemû gel û civak xwe bi zamanê dayikê bi awayek azad îfade bike.”

 ‘Têkoşîna me ya zimanê dayikê didome’

Bêrîtan Orak destnîşan kir ku divê gel xwedî li têkoşîna zimanê dayikê û xebatên wê derbikevin û wiha got: “Divê hemû gelê ku li ser van xakan dijîn xwedî li zimanê dayikê derbikevin. Divê jin zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin û xwedî lê derbikevin. Îro em di sekin û têkoşîna xwe de bi hêz û biryar in. Tu niyeta meya ku em dest ji vê têkoşînê berdin nîne, wê têkoşîn berdewam bike. Ji ber em Kurd in ev êriş di her qadê de hê zêdetir berdewam dike. Mirovek Elman were vê derê têkoşîna ziman bike, wê hemû kes jê re çepikan lê bide. Lê belê mixabin dema rojev dibe gelê Kurd ev êriş serî radike.

Em weke komele em di nava xebatek zêde de ne, daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ya ku me daye destpêkirin. Di nava salekê de tenê yek ji xebatên ku me kiriye, her roj her têkoşîna me ya zimanê dayikê di her malê de hem em di mejî û hem jî di ruhê xwe de berdewam dikin. Ti niyeta me ya em dest ji vê têkoşînê berdin nîne. Her kêlî em dibêjin ‘êdî bes e!’ lê belê bi rastî tevî ewqas sal derbas bûye ji van êrişan re êdî bes e! Dema zimanê dayikê yê gelekê tê hedefgirtin, em baş dizanin nasname û pêşeroja wî gelê tê hedef girtin. Em ê li dijî vana hertim di nava xebat û hedefên berhemdanê de bin.”

‘Ev daxwaz divê tune neyê dîtin’

Bêrîtan Orak bal kişand ku wê xebat û qursên komeleyê berdewam bikin û wiha got: “Em dixwazin xebatên ziman di nava civakê de zêde bikin û belav bikin. Bi vê hedefê me di komeleyê de 4 komisyon îlan kir. Ji van komisyonan belavkirina zimanê dayikê û di her qadê de ji biaxivin hatiye avakirin. Di nava van xebatan de em ê hatina ba hev ya bi gel re berdewam bikin. Wê qursên me destpê bikin. Tenê daxwaza me zimanê dayika me û axaftina wê ye. Daxwaza perwerdeya zimanê dayikê û bi zimanê xweyê dayikê jiyankirin mafê me yê herî xwezayî ye. Em ji vê hatin dûrxistin, lê belê em naxwazin zarokên me ji vê jiyanê û vê daxwazê dûr bikevin. Heta dawiyê em parastan û xwedîderketina daxwazên xwe, zarokên xwe û gelê xwe berdewam bikin.”