Zarokên Mexmûrê qetilkirina zarokan şermezar kirin

Zarokên wargeha penaberan a Mexmûrê yên Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser zarokên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Mexmûr – Zarokên wargeha penaberan a Mexmûrê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda perwerdeya zarokên keç a ku ew navend di bin sponsoriya Neteweyên Yekbûyî de ye daxuyanî dan û qetilkirina zarokên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Daxuyaniya zarokên Mexmûrê wiha ye:

“Destê xwe yên qirêj ji sukra me zarokan bikişînin. Di hemû şer û komkojiyan de yên ku tên qetilkirin zarok in. Li ser ruyê cîhanê zarok zindiyên herî paqij û bê guneh in. Em zarok pêşeroja civakê ne, di şexsê me de pêşeroja netewekê tê hedefgirtin. Ji bo jiyanek azad û aram, wekhev û xweşik em tên li ser ruyê dinyayê, şer, pefçûn, dagirkerî û hesabên hêzên desthilatdar yên li ser berjewendiyên qirêj û ji bo nefsa xwe ya çav birçî dibe sedem ku jiyan me zarokan bi dawî bibe, ji temenê me zêdetir gule li me were barandin û bi topên ji bedena me mezintir tên qetilkirin. Li welatê me Kurdistanê ku ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye parçekirin, dar, ber, giya, çûk û em bi qirkirin û talankirinê re rû bi rû dimînin û her roj tên kuştin.

“Em dixwazin bê tirs li ser xaka xwe bijîn”

Em weke zarok dixwazin di tax û kolanên xwe de lîstokên xwe bilîzin, bi zimanê xwe biaxivin, li cihê dengê tank, top û teyareyan, dengê tembûr û deholê bibihîsîn û li ber dengê wan stranên zarokatiya xwe bistirînin. Em dixwazin li ber dengê şalûl û bilbilan li ser xaka welatê xwe bê tirs bilîzin û bijîn.

“Li her deverê cîhanê zarok dibin qurbaniyên şer”

Em weke Kurd zarokên welatek dagirkirîne, hîna di temenê xwe yê zaroktî de bi bêhna barût, dengê top û tufengan mezin dibin. Li her deverê cîhanê em zarok dibin qûrbaniyên şer, yan tên qetilkirin yan jî dayîk û bavên me tên qetilkirin em bê kes dimînin, xeyalên me tên qetilkirin, pêşeroja me tê talankirin, di her alî de em dibin qûrbanî.

Îro dewleta tirk ya faşîst li çiyayên Kurdistanê xwişk û birayên me bi kîmyasalan, li Rojavayê Kurdistanê bi balafirên bê mirov hedef digre, xeyalên me zarokan qetil dike. Li Mexmûr û Şengalê rojane balafirên şer li ser serê me digerin û her gavê ji bo li me bi xwe li firsetekê digere.

“Bila hesab ji dewleta Tirk bê xwestin”

Em weke zarokên Kurd di nava têkoşîna azadiyê de mezin dibîn, em bi xeyalê Rêbertiya bi awayek fîzîkî li gel mebe mezin dibîn. Ji bo vê em bang li raya giştî û derdorên xwezaparêz, mirovparêz ku ji zarok û pêşerojê hez dikin û diparêzin, kesê xwedî wijdan dikin ku li dijî dewleta tirk bisekinin. Ji van kiryarên wan yên şer hesab bixwazin û pêşî li kuştina zarokan bigrin. Dewleta Tirk dagirkerê welatê me ye, kujerê zarokan e, li Rojava, Perexê û Kurtekê zarokên dû sê salî bi top û bombeyan tên qetilkirin, em dixwazin ji bo van komkojiyan hesab ji dewleta tirk were xwestin.”

Daxuyaniya zarokan bi diruşmeyan bi dawî bû.