Çalakiya konvedanê ya li pêşiya NY di roja 9’emîn de didome

Çalakiya Konvedanê ya HPC-Jin di roja xwe ya 9’an de didome. Helwesta çalakvanan zêdetir dibe û daxwza dadgehkirina dewleta tirk dikin.

Qamişlo – Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin a bi armanca pêşîlêgirtina êrişên dewleta Tirk a li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî û şermezarkirina bêdengiya NY ya li hemberî van êrişan hatibû destpêkirin di roja 9’emîn de didome. Şêniyên heremê jî rojane di çalakiyê de xihê xwe digrin û daxwaz dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a li ser heremê raya giştî hişyar be û qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji dewleta Tirk re bê girtin.

Di roja 9’emîn a çalakiya konvedanê de Desteya Perwerdê û mamosteyan piştgirî dan çalakiya ku bi pêşengtiya HPC-Jin hatiye destpêkirin.

Mamoste Henan Bekir axivî û bal kişand ser berdewamiya êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Tirkiye bi êrîşên xwe armanc dike ku îradeya gelên herêmê bişkîne. Gel di pêşxistina civakê de û li pêşberî êrîşên wê disekinin. Em îro li vir in ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.”

Li aliyê din Mamoste Sêvê Silêman axivî. Sêvê Silêman êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Em jî weke mamoste dest ji xebatên xwe bernadin û em ê li ser bingeha netewa demokratîk perwerdekirina nifşên xwe yên pêşerojê bidomînin.”