Derbarê ji aliyê Tirkiyê ve hedefgirtina jinan de sempozyûmek dijîtal hat lidarxistin
Li Lubnanê di bin navê "Çima Tirkiye li Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan dike hedef" Înîsiyatîfa "Li dijî Tundî, Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Ewlehî û Aştiyê" sempozyûmeke dîjîtal li dar xist.
CAROLINE BAZZI
Beyrûd - Di bin navê "Çima Tirkiye li Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan dike hedef" Înîsiyatîfa "Li dijî Tundî, Dagirkerî û Qirkirina Jinan ji bo Ewlehî û Aştiyê" sempozyûmeke dîjîtal li dar xist.
Destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Di destpêka sempozyûmê de parêzer Eynûr Paşa li ser şoreşa Rojava û sedema êrîşên dewleta tirk axivî û wiha got: "Em ketin sala diwazdehan a şoreşa Sûriyê ku ji aliyekî ve gelek wêranî bi xwe re anîn û ji aliyê din ve guhertinên mezin di civakê de û têgehên ku tê de serdest bûn, pêk anî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me hewl da ku em ewlehî û aramiya li herêmên xwe biparêzin, berovajî herêmên din ên ku hatin wêrankirin, ew jî bi yekkirina pêkhate û gelên li herêmê dijîn, di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermenî û pêkhateyên din û yekkirina îradeya wan bi ragihandina rêveberiyeke ku nûnertiya wan dike û hemû mafên pêkhateyan garantî dike û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê demokrasî û wekheviyê me pêk tîne ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jin di avakirina Rêveberiya Xweser de yek ji beşdarên herî diyar bûn. Me banga garantîkirina maf û azadiya jinan dikir."
Eynûr Paşa bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha got: "Pejirandina konsepta serokatiya hevbeş di Rêveberiya Xweser û hemû saziyên wê de û sepandina prensîba wekheviya zayendî ku jin ji sedî 50 di hemû rêveberî û meclîsên zagonsaz, dadwerî û rêveberiyê de cih bigirin. Jin beşdarî danîna sîyaseta giştî, her wiha beşdarî warên dîplomatîk, dadwerî, civakî, aborî, çandî û hwd bûn. Yek ji destkeftiyên herî girîng ên ku jinan bi hêz û îradeya xwe bi dest xistine, avakirina hêzên leşkerî yên ji bo jinan, Yekîneyên Parastina Jin e ya ji bo parastina azadî û rûmeta jinan û parastina wê ji her êrîşê."
Eynûr Paşa da zanîn ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di nava partî, tevger, rêxistin û navendên jinan de bi rêxistin kirin û pişt re refên xwe kirin yek ji bo parastina maf û azadiyên ku bi têkoşîna xwe ya dirêj beriya şoreşê û piştî şoreşê bi dest xistine, di nav Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star û Meclîsa Jinên Sûriyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi vî awayî wê karîbû prensîbên bingehîn û xalên giştî yên taybet bi jinan, ku bi navê Zagona Jinê tê naskirin, ku belgeya bingehîn pêk aniye an jî peymaneke civakî bî ku îradeya azad a jinan û mafê wê yê guhertina zihniyeta desthilatdar ku têkiliyên civakî bi rê ve dibe, ferz kir û bi vî rengî mafên jinan di hemû aliyên jiyanê de diyar kir."
"Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye"
Eynûr Paşa eşkere kir ku destkeftiyên jinan ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bûye sedema tirsa hêzên kolonyalîst û paşverû û wiha got: "Şoreşa ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xist, bandor li ser jinan kir. Dewleta Tirk bi ferzkirina ramana paşverû ya ku jinan bê qîmet dike, ewlekarî û îstiqrara herêmê xera kir û dest bi tinekirina tiştên ku jinan di têkoşîna xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistine, kir. Piştî ku tirkiyê çeteyên DAİŞ'ê perwerde kirin, derbasbûna wan bo Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hêsan kir ji bo vejîna xîlafeta Osmanî bi konsepteke nû da ku dewlemendiya herêmê talan bike ku yek ji herêmên herî dewlemend ên cîhanê tê dîtin. Hemû sûcên dagirkeriya Tirk ji bo şikandina îradeya jinan û hilanîna tola têkçûna çeteyên ku tirkiye piştgirî û destek dane wan e."
Rastiya jinên koçber ên li kampan
Eynûr Paşa bal kişand ser rastiya jinên koçber ên ku ji ber êrîşên dagirkeriya tirk ên li ser herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî neçar man li kampan bijîn û wiha anî ziman: "Ji sedî 60 ji koçberan jin in. Ev jin di kampan de bi xizaniyeke giran re rû bi rû ne, heta alîkariya ji bo zarokan jî kêm e. Tevî vê yekê jî hîn ev jin ji hovetiya dewlet tirk xelas nebûne û şerekî taybet bi qutkirina avê ji stasyona Elok û elektrîka ku bajarê Hesekê dabîn dike, dimeşîne. Her wiha hikûmeta Sûriyê jî dorpêçê li ser koçberên ku li kampên Şehbayê dimînin ferz dike. Em bang li cîhanê dikin ku li bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bisekinin û sînorekî ji hovetiya dewleta tirk re deynin."
"Ev hedefgirtina hovane, hovîtiya tirkiyeyê nîşan dide"
Berpirsa Buroya Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roksan Mihemed hemû şehîdên jin ên ku bûne hedefa êrîşên dagirkeriya Tirk bi bîr anî û wiha got: " Ev hedefgirtina hovane, hovîtiya tirkiyeyê nîşan dide. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em şahidê projeyek demokratîk in ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne û hiştiye ku gel bi tena serê xwe xwe bi rêve bibe û destkeftiyan ji bo cewher, fikir û rêxistinbûna jinê bi dest bixe. Niha êdî em jinan di cihên biryardanê de dibînin û ji bo wan qanûnên taybet hene. Ji ber vê yekê dewleta tirk projeya demokratîk a ku bi pêşengiya jinê ye ji bo pêkanîna daxwazên xwe weke asteng û metirsî dibîne û êrîşên wê yên li ser herêmê ne nû ne, ji ber ku vedigerin destpêka şoreşê."
Roksan Mihemed anî ziman ku armanca bingehîn a van êrîşan têkbirina feraseta neteweya demokratîk û bi hev re jiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên herêmê ye û wiha axivî: "Tirkiye dixwaze rola Împaratoriya Osmanî ya ku xwedî dîrokeke bi xwîn a li ser komkujî û komkujî ye, vegerîne. Her wiha bi destêwerdana xwe ya li ser axa Iraq û Lîbyayê tirkiyê dixwaze herêmên ereban bixe bin kontrola xwe. Dagirkeriya tirk li dijî gelê me yê berxwedêr û daxwazên wan ên ji bo mafên rewa yên jiyana di nava aramî û ewlehiyê de, bi destpêkirina operasyoneke nû, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike. Ev şer wê berfireh bibe û hemû Sûriyê û herêmên Rojhilata Navîn bigire nava xwe û wê bibe sedema koçberiyê û krîzên siyasî, aborî û mirovî."
Roksan Mihemed anî ziman ku di herêmên ku hatine dagirkirin, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê guhertinên demografî pêk tên û jin rojane rastî revandin, qetilkirin û tecawizê tên û got: " Dewleta Tirk a dagirker ne tenê li herêma me, li cîhanê jinên ku bi berpirsyarî û ruhê pêşeng şoreşê bi rê ve birin hedef digire, ev yek nîşaneya herî baş a hovîtiya wê ye û siyaseta wê ya faşîst nîşan dide. Her wiha ev delîlê wê yekê ye jî ku dewleta tirk a dagirker şoreşa jinê qebûl nake. Dewleta tirk a dagirker bi hedefgirtina jinan dixwaze tola têkbirina çeteyên DAİŞ'ê hilîne."
"Ji bo parastina şoreşa jinê ya li Rojava"
Roksan Mihemed bi lêv kir ku prensîbên parastina bingehîn avakirina jina azad û rêxistinkirî ya xwedî îrade û karibe zihniyeta paşverû biguherîne û pêşî li komkujiyên li dijî wê û civaka wê bigire û wiha pêl da axaftina xwe: "Weke Yekîneyên Parastina Jin ji destpêka damezrandina xwe ve, tevî kêmbûna îmkanan, me girîngî da ser milê rewşenbîrî û perwerdeyê û me li dijî zîhniyeta paşverû têkoşîn kir û qebûl nekir ku bikevin bin rastiya ku li ser me hatiye ferzkirin. Azadî ne hêsan e û ne tenê bi tevlîbûna qada leşkerî ve girêdayî ye, divê jin di hemû qadên jiyanê û civakê de cih bigire û ji bo xurtkirina şoreşa civakê têkoşînê mezin bike. Em bang li hemû jinên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşin dikin ku li dijî polîtîkayên kapîtalîst, her wiha li dijî projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê bisekinin. Ez ji hemû jinên azadîxwaz û têkoşer ên Rojhilata Navîn û cîhanê daxwaz dikim ku parastina şoreşa Rojava, parastina şoreşa jinê û piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê bikin û li dijî polîtîkayên dewleta tirk a dagirker bisekinin."
"Weke jinên Êzîdî mafên me tên tecawizkirin"
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ya Şengalê Şemî Remo li ser rastiya jina Êzidî ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî tundî û zordariyan hatiye axivî û wiha got: "Em li Şingalê rastî gelek êş û azaran hatin. Çeteyên DAIŞ’ê pêşî jinên Êzidî kirin hedef. Dewleta tirk rojane Şengalê topbaran dike û êrîşî me dike. Dewleta tirk a dagirker çi ji me dixwaze? Em wek jinên Êzidî û Iraqî daxwaza mafên xwe dikin. Tirkiye rojane me bombebaran dike û jinan hedef digire, em daxwaz dikin ku mafê jinên Êzidî hebe û weke jinên cîhanê bijîn. Em mafê jinên ku ji aliyê çeteyên DAİŞ'ê ve hatine firotin dixwazin. Em wek însan mafên xwe dixwazin. Em di bin siya ala Iraqê de rastî gelek êş û azaran hatin. Em daxwaza naskirina mafên xwe dikin, mafê me bidin, me qebûl bikin. Çima weke jinên Êzidî mafên me tên tecawizkirin? Em daxwaz dikin ku çarenûsa Êzidiyên winda bên zanîn û bên vegerandin. Em daxwaz dikin ku bibin beşek ji civaka Iraqê. Çima rêz li xweseriya civaka Êzidî nayê girtin?"
Şemî Remo destnîşan kir ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tu alîkarî nehat û wiha anî ziman: "Me ne dîtiye û ne jî bihîstiye ku hikûmeta Iraqê ji bo jinên Êzidî tiştek kiriye. Hikûmeta Iraqê sînorek ji dagirkeriya dewleta tirk re nedaniye û mafên gelê Êzidî bi taybet jinan naparêze. Ger yek tenê ji me jî bimîne em ê berxwedana xwe bidomînin û ev fikir ji aliyê baweriya Êzidiyan ve hatiye piştrastkirin. Êzîdî rastî 74 fermanan hatine. Em dizanin kî me dikire û difiroşe."
"Armanca Mexribê ne azadkirina gelê Sehrawî bû, dagirkirina wan bû"
Destwerdanek ji hêla jinek ku berê bi dazê hatibû windakirin Xalya Abdallah Mihemed ji Sahraya Rojava ve hat kirin.
Xalya Mihemed bal kişand ser rewşa qanûnî ya li Sahraya Rojava û wiha got: "Mexrib îdia dike ku ev sahra axa wê ye, lê axa Sahraya Rojava bi Morîtanyayê re parve kiriye. Peymana li ser Parçekirina Sahraya Rojava di dawiya sala 1975'an de hat kirin û tê de Mexrib Herêma El-Saqiya El-Hemra bi dest xist û Morîtanyayê jî Geliyê Zêrîn bi dest xist. Teoriya vegerandina Mexribê ya xaka xwe xelet e, ji ber ku kes axa xwe bi kesî re parve nake, wekî Mexrib bi Morîtanyayê re kir, lê armanc bidestxistina dewlemendiyên Sahraya Rojava ye."
Xalya Mihemed da zanîn ku armanca Mexribê ne azadkirina gelê Sehrawî bû, dagirkirina wan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê ku ji aliyê Mexribê ve hat qewimandin bû sedema komkujî û koçberkirina komî, bê guman jin ji diyardeya windarkirina bi zorê rizgar nebûn ku ji çend rojan heta 16 salan dest pê dike. Divê jinên cîhanê bi hev re dengê xwe bilind bikin û daxwazên jinan bînin ziman."
Xalya Mihemed di hevdîtinê de bal kişand ser êş, çewisandin û şîdeta ku di dema revandina wê de hatiye kirin.