NY û Rêxistina Efûyê: Cezaya ku li Salma al-Shehab hatiye birîn şerm e

Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî bertek nîşanî 34 sal cezayê girtîgehê yê xwendekara doktorayê Selma El Şehab a ji ber bikaranîna Twitterê da, diyar kirin ku cezayê ku li xwendekara doktorayê hatiye dayîn şerm e û xwest bê berdan.

Navenda Nûçeyan – Salma el Shehab a ku li Îngilîstanê di zanîngeha Leedsê de xwendekara doktorayê ye û ji bo betlaneyê vegeriyabû welatê xwe Siûdî,  di Çileya 2021’an de hatgirtin. Salma el Shehab ku zewicandiyê û dayika du zarokan e, ewilê ji aliyê dadgeha taybet a terorê ve bi sûcê "di nava gel de tevlihevbûn derxistin û ji bo bêîstikrar kirina ewlekariya giştî û ewlehiya neteweyî serî li malperekê internetê dayîn" 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, lê dadgeha îstînafê cezayê rojên borî, cezayê zêdekir û 34 salan cezayê girtiyê da Salma El Shehab û 34 sal jî qedexeya seyahetê da.

Bal kişand li ser mafên jinan

Salma el Shehab  li hesabê xwe yê Twitterê li Erebîstana Siûdî banga mafên jinan dikir. Xwendekara doktorayê ku parvekirinên çalakvanên muhalif parvedikir, banga berdana çalakvanên girtî jî kiribû.

“Bila demildest bê berdan”

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî banga berdana Salma el Shehab kirin. Cîgira Rêvebira Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navdewletî Diana Semaan diyar kir ku girtina Salma el Shehab  cihê şermeyê û daxwaz kir ku bila demildest were berdan dan ku bigihijê malbata xwe û xwendina xwe berdewam bike. Diana Semaan daxwaz ji Erebistana Siûdî kir ku zextên xwe yên li ser çalakvanên mafên jinan bi dawî bîne.

Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Liz Throssell jî banga betalkirina biryara mehkûmkirina derbarê Salma el Shehab  hatî dayîn kir.