Zarokê ku leşkerên Îsrailê birindar kirî jiyana xwe ji dest da

Li Şeriaya Rojava ya dibin dagirkeriya leşkerên Îsrailê de zaroka 2 salî ya Filistînî ku ji serê xwe birindar bûyî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Artêşa Îsraîl li Şariaya Rojava ya dibin dagirkeriya wan de gule li serê zaroka 2 salî ya Filistînê Muhammed et-Temimi da û birandar kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Nebî Salih ê girêdayî bajarê Ramallah ya Şeriaya Rojava, di 1’ê Hezîrana roja Pênşemê zaroka 2 salî bi gule birîndar bû, li rûxmê hemû mudaxeleyên tîma tendirûstiyê nehat rizgarkirin. Di daxuyaniya ku wezareta tedirûstiyê ya Filistînê dayî de; piştî ku ji aliyê hêzên Îsralê ve hate birindarkirin, zaroka ku ji bo tedawîkirinê rakirin nexweşxaneya Sheba Tel HaShomer ya Îsraîlê. Destnîşan kir ku cenazeyê zarokê sewqî Komleksa Tib ya Filistinê ya li Ramallah kirine.