Jin geşedanên siyasî gotûbêj kirin
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Şedadê civînek taybet ji bo jinan li dar xist, di civînê de geşedanên dawî yên siyasî hatin gotûbêjkirin.

Navenda Nûçeyan – Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Meclîsa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, civînek taybet ji bo jinan li dar xist. Endamên jin ên PYD’ê û rêveberên saziyên li bajêr tevlî civînê bûn.
Hevseroka rêxistina PYD’ê ya kantona Cizîrê Zehra El Elî, di civînê de der barê girîngiya bihêzkirina jinan wekî stûnek bingehîn a avakirina civakek demokratîk û pêşketî de axivî û got, divê tevlîbûna jinan di hemû astan de were zêdekirin.
Zehra her wiha geşedanên siyasî yên dawî û pirsgirêkên ku li herêmê rû didin nirxand û bal kişand ser girîngiya yekitiya pêkhateyan û xebata hevbeş a di navbera hemû pêkhate û mezheban de, ji bo pêkanîna aramiyê.
Beşdarên civinê jî nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û xwestin ku xebatên rêxistinî û siyasî geştir bibin.
Jinan her wiha xwest ku jin tevlî hemû qadên têkoşînê, çi di nava partiyê û çi di nava civakê de bibin.