Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê 753 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 147’emîn di roja xwe ya 753’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 147’emîn, di roja 753’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 146’emîn Taybet Mijînî axivî.

‘Em silav û peyamên Rêbertî bi heskirin hembêz dikin’

Taybet Mijînî dinava axaftinên xwe de bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo gelê wargeha Mexmûrê û got: “Ev du sal derbas dibin me ji bo Rêbertî çalakî daye destpêkirin. Wel gelê Mexmûrê me gotiye heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê di çalakiyê de bin. Beriya du rojan nameya Rêbertî ya ji bo gelê wargehê şandî hat. Em silav û peyamên wî bi heskirin hembêz dikin û ji niha û pêde em ê bi silav û peyamên wî hîn zêdetir çalakiyên xwe xurttir bikin. Em jî li ser navê gelê wargehê silav û heskirinên xwe ji Rêbertî, hemu girtiyên zindanan, şervanên azadiyê û gelê Kurd ê welatparêz re dişînin.”

‘Em dev ji çalakiyên xwe bernadin’

Taybet Mijînî di dawiyê de biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ser ziman û got: “Ti car qasî vê demê wek Rêbertî û gelê Kurd em nêzî azadiyê nebûne. Em bang li tevayî gelê Kurd dikin têkoşîna xwe mezintir bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger nebe, em dev ji çalakiyên xwe bernadin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 147’emîn û dirûşmeyan dawî bû.