Hejmara kesên ji ber birçîbûnê li Xezayê mirin zêde dibe

Li Zîvala Xezayê ku Îsraîl birçîbûnê wekî çekek şer bi kar tîne, ji duh ve zarok jî di nav wan de 16 Filistînî ji ber nebesiya xwarinê mirine.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber êrîşên xwe yên li ser Xezayê didomîne.

Hejmara kesên di êrîşan de mirin wekî 61 hezar û 369 û hejmara birîndaran jî wekî 152 hezar û 850 hate ragihandin. Li Zîvala Xezayê ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê birçîbûnek heye, di 24 saetên dawî de zarok jî di nav de pênc Filistîniyên din ji birçîbûnê mirin.

Zîvala Xezayê, ji ber êrîşên Îsraîlê û dorpêça ku alîkariya mirovî sînordar dike, bi birçîbûneke berfireh û kêmbûna av, derman, pêdiviyên bijîşkî û berhemên paqijiyê felaketeke mirovî ya kûr dijî. Li Zîvala Xezayê mirinên ji ber birçîbûnê, bi taybetî di nav zarokan de, zêde dibin. Hatiye destnîşankirin ku Îsraîl "birçîbûn û tîbûnê wekî çek" bi kar tîne.

Artêşa Îsraîlê, piştî wêrankirina ji sedî 88’ê Xezayê, Filistîniyên ku ji ber fermanên dersînorkirinê ji cih û warên xwe bûne li deverên ku ew lê dimînin, hedef digire. Li gorî raporê li Xezayê ku nifûsa wê nêzîkî 2.3 milyon e, hejmara mirovên ku ji ber êrîşên Îsraîlê û fermanên dersînorkirinê ji cih û warên xwe bûne gihîştiye 2 milyonî û gelek kesên din jî gelek caran ji cih û warên xwe bûne.

'Mirov her roj bê deng dimirin’

Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê Munîr el-Burş, duh di posteke li ser hesabê xwe yê X de agahiyên li ser kesên ku li Xezayê ji birçîbûnê mirine parve kir. Di postê de hevoka "Mirov her roj bê deng dimirin û trajedî berdewam dike" hebû û her wiha parve kir ku 11 Filistîniyên din ji ber birçîbûn û nebesiya xwarinê mirine.