Zaroka ku bi giliya êşa ling çû nexweşxanê ducanî derket

Derket holê ku li Mêrdinê zarokek ku di meha Îlonê de bi giliya êşa ling çû nexweşxanêyê, 29 heftî ducanî ye. Li ser îfadeya zarok bira wê D.G. ku bi awayekî pergalî destdirêjiyê li zarokê kir û gef lê xwar, hat girtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn – Li Mêrdînê di meha Îlonê de zarokek ku bi êşa ling çû nexweşxanê, derket holê ku 29 heftî ducanî ye. Piştî îfadeya zarokê li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) hat girtin, birayê wê D.G. hat binçavkirin. D.G ku di lêpirsîna xwe ya polîsan de qebûl kir ku destdirêjiyê zarok kiriye, hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Zaroka ku rastî destdirêjiyê hat, diyar kir D.G ji meha Çileyê vir ve bi awayekî pergalî destdirêjiyê lê dike û bi gotina "Ger tu vê yekê ji kesekî re bibêjî ez ê te bikujim" gef lê xwariye. Zarok di îfadeya xwe ya ewil de diyar kir ji ber tirsê navê kesekî din daye. Piştî ku nimûneyên xwînê yên ji mêrê ku zarok navê wî da hat girtin li hev nekirin, li ser îfadeya duyemîn a ji zarokê hat girtin D.G di 11 Kanûnê de hate girtin. Piştî ku nimûneyên xwînê li hev hatin û di îfadeya xwe de sûcê xwe qebûl kir, kiryar bi sûcdariyên "li dijî kesekî ku têkiliya xwinî pê re heye êrîşa zayendî û gef xwarinê” hat girtin.

Pitik û zaroka ku hat zanîn zarok aniye, ji malbatê hat girtin. Nayê zanîn zarok û pitik li ku derê ye.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve der barê bûyerê de hat amadekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.