Şaredariya Zirganê ruxmê êrişên dewleta Tirk xizmeta gel didomîne

Hevseroka Şaredariya Gel a Zirganê Şêrîn Mio û hevseroka meclisa navçeyê Esma Silê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser wan û di nava wan mercan de xizmeta ku ji bo gel dikin nirxandin kirin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Êrişên dewleta Tirk ê li ser navçeya Zirganê ya Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ket sala 5'an. Li Zirganê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de Şaredariya Gel, meclisa navçeyê, baxçeyê zarokan û dibistan êdî ji xizmetê derketine û hatine xirakirin. Li ser êrîş û xebatên ku ji bo gel tên pêşkêşkirin Hevseroka Şaredariya Gel Şêrîn Mio û hevseroka meclisa navçeyê Esma Silê axivîn.

Şêrîn Mio wiha behsa êrîşên dewleta Tirk û zirarên wê kir: "Êrîş ne tenê zirarê li sivîlan dikin, li ser xebata me ya ku dikeve xizmeta civakê jî dikin. Sivîl û xelkên navçeyê û gundewarên wê ku li cihê xwe mane, em hewl didin xizmeteke baş ji bo wan bikin. Ji ber ku kesên ji ber êrîşan koçber dibin, careke din li gundê xwe vedigerin û berxwedana xwe ya li hemberî dagirkeran wiha didomînin. Êrîşên dewleta Tirk li pêşiya pêkanîna projeyên xizmetguzarî de dibe asteng."

'Binesaziya Zirganê zirarek mezin dîtiye'

Şêrîn Mio da zanîn ku dewleta Tirk binesaziya Zirganê hedef digre û wiha domand: "Navçe û gundewarên Zirganê bi şevê di nava tarîtiyê de ne, ji ber dagirkeran zirar daye cereyana wê. Her wiha jeneratorên li ser hawza avê jî ji ber êrîşan zirar dîtine, niha gel bê av û cereyan e. Ruxmî ewqas êrîşan, gel bi biryar e berxwedana xwe bidomîne û dest ji axa xwe bernede. Ruxmî êrîşan jî em dikaribûn ji sedî 80 projeyên xwe yên sererastkirina riyan biqedînin û heta asteke baş em dikaribûn avê bigihîjînin gel. Êrîş hene, li kêleka êrîşan têkoşîna ji bo gel jî weke şaredarî em didomînin. "

'Gel ji derxistina krîza aboriyê haydar e'

Şêrîn Mio bal kişand ser êrîşên ku dixwazin pirsgirêkên aboriyê derbixin û wiha nêrîna gel ji bo vê mijarê bi bîr xist û got: "Bi êrîşan, pirsgirêkên aboriyê jî derdikevin holê, dewleta Tirk dixwaze gelê ku li vê derê maye jî bi qutkirina av û cereyanê bide koçberkirin. Gel ji hemû lîtikên wan haydar e û bi vê zanînê biryardariya mayîna li ser axê xurtir dike. Dewketa tirk ji ber sûcên ku dike divê were darizandin an an dê zirarek mezin bigihîje gelê ku jixwe gelek ziraran dîtiye. Dewleta Tirk a ku stratejiya êrîşên xwe li dijî herêmên me guhertiye û bêtir zirar daye aboriya herêmê, di vir de hewldana koçberiyê û têkçûyîna gel dike. Lê gelê me ji wan polîtîkayan haydar e û li gorî wê tevdigere."

'Gelê ku xwe dispêre neteweya demokratîk’

Esma Silê jî da xuyakirin ku dewleta Tirk dixwaze demografiya herêmê bide guhertin û wiha pêl da gotinên xwe: "Armanc bi êrîşan koçberkirin û guhertina demografiya herêmê ye. Gelekî şoreşger li vir heye, gelekî ku li hemberî gelek zehmetiyan li ber xwe dan û didin. Gelê ku rojane bi mirinê re rû bi rû dimîne ji bo jiyanê berxwedaneke mezin raber dike. Em her ji bo gel piştgiriya xwe nîşan didin û wan perwerde dikin da ku neyên lîstikên dijmin. Gelê me yê ku xwe dispêre pergala neteweya demokratîk hevgirtina gelan bêyî cudakarî bi pêş dixe û parastina axê esas digre."

Esma Silê bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li civaka navdewletî dikin ku hewl bidin êrîşên dewleta Tirk ku sivîlan û herêmên me dikin hedef, sûcên şer û binpêkirinan pêk tînin, rawestînin û helwesta xwe li hemberî wê raber bikin. Divê ku êdî ev bêdengiya navdewletî were şikandin."