Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê civîna xwe ya salê lidarxist

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê civîna salane li dar xist, xebatên ku bi dirûşma pêngava ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ hatin meşandin, hatin nirxandin.

 Şengal-Li komelgeha gundê Borik, Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê civîna xwe ya salane li dar xistin. Civîn bi beşdarbuna bi dehan jinên ciwan hat lidarxistin, jinên ciwan yek bi yek xebatên xwe yên sala 2023’an nirxandin û hat gotin ku li gorî salên borî Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li Şengalê di warê xwerêxistinkirin û perwerdeyê de gelek gavên nû avêtine.

Di civînê de weke mijara sereke tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bi giştî rewşa siyasî hat nirxandin. Dûre jinên ciwan kar û xebatên xwe yên salekê nirxandin û plansaziyên xwe yên ji bo sala li pêş diyar kirin.

‘Danasîna fikrên Rêber Apo erka me ya sereke ye’

Di civînê de ciwanan ji bo bidestxistina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kirin û diyar kirin ku her çiqas ji bo pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo kar û xebat hatine meşandin û gavên danasîna fikrên Rêber Apo di nava ciwanan de hatibin avêtin jî ew kêm dibînin û wiha nirxandin: “Weke ciwan ji bo danasîna fikrên Rêber Apo erka me ya sereke ew e heya ku Rêber Apo bi fizîkî azad nebe em ê xebatên xwe têrker nebînin û ji bo gihandina vê armancê em ê ji her demê bêtir têbikoşin.”

‘Li dijî aqilê mêr dewletê em ê têkoşînê gur bikin’

Jinên Ciwan siyaset û polîtîkayên li ser Şengalê jî bi berfirehî nirxandin û dan diyarkirin ku êrîş û planên li ser civakê ji fermanê dûr nîn in û gotin: “Di dîrokê de her dem gelên azadîxwaz li hemberî zordaran serî hildane. Îro ya li Şengalê ya tê jiyîn jî tekoşîna ku bi fikra Rêber Apo bi pêşengiya jinan, civak dide meşandin e. Weke Jinên Ciwan erka me ya sereke ew e ku em li hemberî paşverûtiyên pergalê û li dijî aqilê mêrên desthildatdar gurkirina têkoşînê ye.”

‘Jinên Ciwan cara yekem îsal zanista jineolojî nirxandin’

Di civînê de êrîşên şerê taybet ên li ser jinên ciwan tên meşandin jî xal bi xal hatin nirxandin û gotin: “Di nava salê de ji bo danasîna jineolojiyê du kampên jinên ciwan hatin vekirin û di van kampan de bi hûrgulî qala zanista jineolojiyê hat kirin. Ji bo naskirina çanda Êzidiyatiyê û hezkirina xwezayê, cihên pîroz ên weke Quba Xatuna Ferxan hatin ziyaretkirin û dar li ber quban hatin çandin. Di nava salê de gelek civîn, komxebat, semîner û perwerde li gund navçe û bajarê Şengalê hatin lidarxistin.” Jinan gotin her ku jinên ciwan di warê zanistî de xwe perwerde kirin bihêz bûn êrîşên şerê taybet jî li ser wan zêde bûn. Jinan dan diyarkirin ku li Şengalê her çiqas armanc xwegihandina tevahî jinan be, hê jî zewaca di temenê biçûk û zexta li ser jinan zêde ye weke çareserî jî hate gotin ku wê di sala li pêş de xebatên rêxistin û perwerdeyê bêtir werin bihêzkirin û belavkirin.

‘Erka me ya sereke azadiya rêber Apo ye’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Ekîn Çeko der barê kar û xebatên ku di nava salê de dane meşandin de nirxandin kir û got: “Di vê salê de me gelek kar û xebat dan meşandin xebatên me yên sereke jî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûn û her wiha weke jinên ciwan ji bo zanîna fikrên Rêber Apo me gelek komxebat, semîner civîn, perwerde li dar xistin lê hê jî kêm in ji ber armanca me ya mezin e ji bo em bigihîjin armanca xwe em ê sala li pêş bêtir rêxistinbûna xwe ava bikin û ramanên Rêber Apo belav bikin.”

‘Pêngava Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî wê bi rêxistinbûnê bihêz bibe’

Remza Cemîl jî bi heman awayî nirxandin kir û  bi van hevokan banga Rêxistinbûnê li jinên ciwan kir: “Di tevhiya salê de me kar û xebat dan meşandin lê em weke jinên ciwan heya Rêberê xwe azad nekin heya em xwe azad nekin em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em bang li jinên ciwan dikin ku ji bo hemleya Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî her kes bikeve nava kar û xebatan da em xweseriya xwe bi dest bixin û jiyana azad û demokratik ava bikin.”