‘Ji bo başkirina rewşa siyasî divê jin çalakiyên xwe xurtir bikin’

Soz Abdulqadir a derbarê rewşa siyasî a herêma Kurdistanê axivî, diyar kir ku siyaseta herema Kurdistanê ber bi xirabûnê ve diçe û wiha got:“Ji bo rewşa siyasî baş bibe divê jin kar û çalakiyên xwe hê xurtir bikin û wekheviya zayendî biparêzin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Çalakvan Soz Abdulqadir derbarê rewşa siyasî a Başûrê Kurdistanê di sala 2023’an de nirxandin kir û diyarkir ku divê sala bê jin pêşengtiya qada siyasî bikin.

Soz Abdulqadir da zanîn ku rewşa siyasî plankirina rewşa pêşerojê ye û wiha got: “Niha li Başûrê Kurdistanê amêrek rast li ber dest nîne û bê dane nirxandina siyasî dikin. Divê derbarê nirxandinên siyasî, civakî, aborî û zagonî werin nîqaşkirin. Ji ber giştî bi hevre girêdayîne û pêwîstî bi planên pêşerojê ye heye. Niha li herêma Kurdistanê karvedanek wisa heye ku mirovan bê hêvî dike. Li cihê ku beşdariya jinan di nav kar û çalakiyan de zêde bibe û sal bi sal pêşbikeve mixabin her paş ve dikeve.”

‘Rewşa niha a siyasî ciwan bê hêvî kirine’

Soz Abdulqadir diyarkir ku qada aborî û siyasî bi hevdû re girêdayî ye, her wiha rewşa perwerdeyan  ku mafê mamostayan nayê dayîn. Soz Abdulqadir da zanîn ev nerazîbûn bandor li ser civakê dike, rewşa civakî ber bi xirabûnê ve dibe û wiha dom kir: “Divê civak hişyar bibe û mafê xwe bi dest bixe. Ji bo wê divê êdî rê nedin ev desthilate hikum dike û teslimi vê desthilatê nebin. Niha demê wê ye kes bi fikir û îradeya serbixwe a xwe mafê xwe ê sereke bi dest bixin.”

‘Di qada siyasî de cihê jinên Kurd diyar e’

Soz Abdulqadir destnîşan kir ku jina Kurd dikare cihê xwe diyar bike û got: “Jinên ku beşdarî siyasetê dibin, beşek ji wan li ser doza Kurd kar dikin, lê belê beşek jê bi aqlê mêrsalarî kar dikin. Niha jinên Kurd îsbat kirine ku di her qadê de kar bikin, dikarin bi serkeftî karê xwe bikin, dikarîn hikumetê bi lerzînin, ji ber wê em dibînin dewletên din dest bi terorkirina jinên pêşeng kirine. Ev jî tê wê wateyê ku dê jin hê zêdetir hewla pêşketinê bidin.”

Soza Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Armanca ji tunekirina jinan ew e ku jinan ji siyasete dûr bixin, lê belê jin bi terorkirinê tune nabin. Ji bo rewşa siyasî baş bibe divê jin kar û çalakiyên xwe hê zêdetir xurtir bikin, wekheviya zayendê bi parêzin û ji bo bi destxistina mafê xwe û hemû kesê kar bikin.”