‘Armanca komkujiya Mereşê koçberkirina Kurd û Elewiyan bû’

Parlamentera Partiya DEM Salîha Aydenîz ku beşdarî bîranîna komkujiya Mereşê bû da zanîn ku komkujî li hemberî Kurdên Elewî bûye û got: “Komkujiya Mereşê berdewamiya komkujiyên din ên dewleta Tirk e.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Erenler bi boneya 45’emîn salvegera Komkujiya Mereşê li Taxa Yorukselîm a navçeya Onîkî Şubat a Mereşê ku êrîşa yekem li wir pêk hatibûn, bi bîr anî.

Saziyên elewiyan, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Salîha Aydenîz, Celal Firat û gelek welatî beşdarî bernameya bîranînê bûn. Bîranîn bi meşekê ji Cemxaneye Kevin a Taxa Yorukselîm dest pê kir û heta Komeleya Çand û Alîkariyê ya Cemxaneya Erenlerê berdewam kir. Beriya meşê tax û cade ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. 

 Piştî meşê ji ber baranê bîranîn li Mala Cemê hat lidarxistin.

‘Me serî netewand û em natewînin’

Li Cemxaneyê ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin mûm hatin pêxistin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Serokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Cemxaneya Erenler Muslum Îbîlî axivî û  bertek nîşanî qedexekirina bîranînê ji aliyê walîtiyê ve da û got: “Bi qedexekirina bîranînan nikarin komkujiyê veşêrin.” Muslum Îbîlî, da zanîn ku kesên komkujî kirine piştî 45 salan jî nehatine cezakirin û got: “Tevî bi caran serlêdan hat kirin, arşîvên dewletê nehatin vekirin û hewldanên hatin kirin jî hatin astengkirin. Me tu caran li dijî komkujiyan serî netewandiyê û em ê netewîn in.”

‘Li ber edaletê hesab nedan’

Serokê Federasyona Elewiyên Bektaşî Mustafa Aslan axivî û diyar kir ku ên beriya 45 salan komkujî  kirin hê jî desthilatdariya xwe berdewam dikin û wiha domand: “Tevî ku 45 sal derbas bûne jî kujerên Mereşê li pêşberî edaletê hesab nedane. Em her sal li vir in û ji bo şermezarkirinê em ê li vir bin. Ev hişmendiya ku ev komkujî pêk anî naxwaze em vî welatî bêhnê bistînin. Ji bo ku li van xakan ji bo demokrasî û azadiyê careke din komkujî pêk neyên, pêwîstiya me bi rêxistinbûnê heye.”

Serokê giştî yê weqfa çanda Anadolu Hacî Bektaş Velî û Ercan Geçmez di axaftinên xwe diyar kirin ku civak daxwaza hevrûbûnê dikin. 

‘Armanc Kurdên Elewî bûn’

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz a di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku komkujiya Mereşê qirkirineke li dijî Kurd û Elewiyan e û wiha got: “Komkujiya Mereşê berdewamiya rêze komkojiyên Tirkiyeyê ye. Piştî Koçgirî, Dêrsim, Çorûm û Mereşê bi dehan komkujiyên din hatin kirin. Hefteyek komkujiyê berdewam kir û ji ber hinek sedeman rayedarên dewletê yên di şert û mercên wê rojê de di rojekê de digihîştin Qibrisê nedigihîştin Mereşê. Mîna erdheja 6’ê Sibatê. Armanca vê komkujiyê derxistina Kurd û Ewlewiyan ji Mereşê bû. Divê em li dijî kesên ku dixwazin vê derê bê Elewî û Kurd bihêlin, vegerin ser axa xwe û li vir jiyana ji nû ve ava bikin.”

Nûnerên gelek saziyên beşdarî bîranînê bûn jî di bîranînê de axivîn û bertek nîşanî komkujiyê dan. Piştî axaftinan ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi stranên gelerî semayek hat pêşkêşkirin. Piştî Semahê mûm hatin vêxistin qurnefîl hatin danîn. Bîranîn bi belavkirina loqmeyan bi dawî bû.