Zagonên Cezayîrê ji bo jinên rastî tundiyê tên nabin çareserî

Jinên Cezayîrê ji ber ku hesab ji kiryaran nayê xwestin û û zagon pêk nayên, bi tundiyên wek qetilkirin, destdirêjî û zewacindina zarokan re rûbirû dimînin.

Navenda Nûçeyan – Tevî ku Cezayîr di warê zagonî de xurt e û mekanîzmayên nû ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tên meşandin jî, rastiya wê tiştek cuda vedibêje.

Riyên ku rola jinan asteng dikin

Dema ku em behsa dîroka jinên Cezayîrê yên bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî ye bikin, divê em balê bikşînin ser rolên civakê yên li ser bingeha zayendî. Meyla kevneperest a li welat ku jinan ji bo serxwebûna xwe gelek bedêl dane û berxwedanek mezin meşandine, rê li ber newekheviyên zayendî vekir.

Tevî hewldanên Cezayîrê ku bi erkên nanvetewî, destûrî û netewî rola jinan aktîf dikin jî, rastî nîşan dide ku astengî hene û rê li bidestxistina hemû mafên jinan digre. Ev yek jî dibe sedem ku qanûnçêkerên Cezayîrê pirsa mafên jinan ji nû ve binirxînin û mekanîzmayên qanûnî yên nû ku rola jinan di pêşketina civakê de nas dike, ava bikin.

Tevî hebûna zagonan jin bi tundiyê re rûbirû dimînin

Qedexekirina gihandina jinan a li qadên giştî, bi kontrola kolektîf a civakê ya li ser bedena jinan ve girêdayî ye. Tevî zêdebûna çalakî û xebatên jinan ên ji bo hişyarkirina civakê jî, li cihên giştî hê bi bûyerên tacîzên zayendî re rûbirû dimînin. Ev bûyer jî di sala 2004'an de wek sûc hat tesbîtkirin. Di sala 2015'an de jî, li cîhên giştî û taybet tên pêkanîn, îsbat kirin. Tevî zagonan jî, tundiya li dijî jnan û tacîzkirina li cîhên giştî, mîna bûyerek nomal tê hesibandin. Ev tacîz jî piştî ku hebûna jinan a li cîhên giştî ne qanûnî hatine dîtin, zêdetir belav bûye.

Zagona Malbatê ya Cezayîrê nebûye cîhê çareseriyê

Qanûnsaza zagona cezayan jî tacîza zayendî di hemû waran de wek heqareta li ehlaq ne tenê weke binpêkirina mafên mirovan e bi nav dike. Zagona Malbatê ya Cezayîrê ji aliyê teorî ve ne li gor demokrasî û dadmendiya civakî ye. Ev jî rê li ber newekheviya zayendî vedike. Ev zagon jî nakokiyan di nava tevlîbûnên jinan ên di têkoşîna gelê Cezayîrê de derdixe. Yên ku ji van nakokiyan sûdê digirin, herî zêde mêrên oldar in. Jin jî vê zagonê rexne dikin. Di navbera pesn û şermezarkirinê de zagona Malbatê ya Cezayîrê ku di sala 1984'an de hatiye pejirandin û tevî ku di sala 2005'an de tê de guhertin hatine çêkirin, ji wekheviya di navbera her du zayendan de dûr e.

Guherînên ku di zagonan de hatine çêkirin

Di guhertinên hatine çêkirin de, rayeya mêr li ser hevjîna wî hatiye rakirin. Di şûna wê de bi hevkariya di nava wan de hat kirin. Pêwîstiya erêkirina bav a di zewacê de hatiye betalkirin û bi agahdarkirina wî ya zewacê hatiye veguherandin. Mafê hevberdanê yê ku li ser bingeha telaqê ye hatiye guherandin. Di şûna wê de, li ser bingeha razîbûna hev, zirar an ji ber nakokiyan, sedemên hevberdanê tê qebûlkirin. Mafê jinan heye ku hevberdanê bixwazin, lê divê ew diravên cihêz li mêr vegerînin. Her wiha mafê girtina zarokên xwe heta deh saliyê jî ji jinan re hat dayîn. Li ser daxwaza zarok an jî bi biryara dadger, derfeta dirêjkirina wê ya heta 16 saliyê jî heye. Lê di zagona 56'an de dibêje ku ger dayîk careke din bizewice, mafê girtina zarokan wenda dike.

Jinên ku zagonan red dikin bi tundiyê re rûbirû dimînin

Tevî ku temenê zewacê hat guhertin û bû 18 salî jî, li gelek welatên herêmê dadger dikarin di rewşên taybet de destûr bidin zewaca di temenê biçûk de. Her wiha mêr dikare bi çar jinan re bizewice. Destûr nayê dayîn ku jineke misliman bi mêrê ne misliman re bizewice. Divê jin rêzê ji hevjînê xwe re bigre, wî wek serokê malbata xwe bihesibîne û guh bide wî. Ev zagon jî ji aliyê jinan ve tên redkirin, loma tundî li jinan dikin.

Bernameyên dîjîtal ji bo parastina ji tundiyê ne

Ji bo parastina jinan a ji tundiyê, femînîstan di meh û salên dawî de gelek bernameyên dîjîtal dane destpêkirin. Ji bo ku jin gazincên xwe yên derbarê tundiyê de bi riya van bernameyan bikin. Yek ji wan jî bernameya 'Sorority' ye. Ew weke pegaleke gerdûnî ya belaş e. Tenê ji aliyê jinan ve tê bikaranîn. Ji bo ku dema li cihên giştî rastî tacîzên zayendî bên, gilî bikin. Di vê dema dawî de ev bername li Cezayîrê hat bikaranîn. Her wiha bernameya 'Dyn' (Bes e) ku ji aliyê komek jinan ve hatiye destpêkirin, bi riya wê cihê jinên ku rastî tundiyê tên, diyar dike. Her wiha bernameya 'Jazayria' ji aliyê komeleya "Cezayîra me" ve hat destpêkirin. Ev bername jî derfetê dide jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin giliyên xwe bikin û ew ewlehiya jinan diparêze.

Di nava pênc salan de 315 jin hatine qetilkirin

Tevî ku ev serlêdan bi mehan e hene jî, pispor û çalakvan li ser bandora wan a di rastiyê de li hev nakin. Ev yek jî bi hejmarên ku rêxistinên mafên mirovan diyar dikin her sal zêde dibin re, lihev tê. Komeleya Femînîst a Cezayîrê di 5 salên dawî de kuştina 315 jinan tomar kir. Li gorî komeleyê, piraniya sûcdaran kesên ku mexdûran nas dikin in. Rêjeya tawanên ku ji aliyê hevjîn an jî hevjînên berê ve hatine kirin gihîştiye ji sedî 42.6. Endamên malbatê jî ji sedî 27,7 sûcdaran pêk tên. Her wiha sûcên mayî ku ji sedî 29,8 pêk tê jî, ji hêla kesên din ve hatine kirin. Kesên wek cîran, tacîzkar, an ji aliyê dizan ve.

Rêjeya sûcên li malên ku ji bo jinan cihên herî ewledar in hatine kirin, ji sedî 89,4 e. Di sala 2024'an de bi rêjeya 31,9 şêwaza bikaranîna kêr, herî zêde hatiye bikaranîn. Lêdan bi rêjeya ji sedî 23,4 pêk hatiye, serjêkirin û fetisandin jî bi rêjeya ji sedî 8,5 pêk hatine. Kuştina bi guleyan ji sedî 4,3 e. Herî dawî jî bi rêjeya ji sedî 2.1 bi perçiqandina bi wesayîtê, jin hatin qetilkirin. Jinên ku bi lêdanê hatin qetilkirin jî ji sedî 90, 9 in. Piraniya wan ji ber serjêkirinê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo ku kujer neyê cezakirin, malbata jinên qurbanî û dezgeh tên xapandin. Dibêjin ku jinan xwe kuştine an jî xwe şewitandine.

Ji ber ku hesab nayê xwestin bûyerên tundiyê zêdetir dibin

Kujer nayên cezakirin, qanûn pêk nayên û kêmbûna hişmendî û zanebûna civakê jî roleke mezin di domandina tundiyê de dilîze. Sedemên herî zêde ku dihêlin jin bi tundî û qetilkirinê re rûbirû bimînin, ev in. Di heman demê de cudakarî û çanda bavsalarî jî hêmanên bingehîn in di diyardeyên tundiya li dijî jinan de.

Li dijî tundiyê pêwîstî bi têkoşînê heye

Ji bo kêmkirina van tewanan komeke ji komeleyan, li ser malperên medyaya dîjîtal pêngavek dîjîtal destpê kir. Armanca wê, bilindkirina hişyariyê û xurtkirina hewldanan a ji bo bidawîkirina tundiyê bû. Piştî ku pêngav bi dawî bû, komek femînîst û aktîvîstan bi hashtaga "Pêngav bi dawî bû lê tekoşîn berdewam dike" ji bo ber tundiya li ser jin û zarokan, banga domandina têkoşînê kirin.

Hemleyên ji bo parastina ji tundiyê hatin lidarxistin

Rêxistina Femînîst a Euro Made û komeleya jinên Cezayîrê beşdarî pêngava cîhanî ya dîjîtal a di bin dirûşma "16 rojên çalakiyê: Kî wê diêşîne, min diêşîne" bûn. Di vê hemleyê de şahidiyên jinên bi destdirêjî û tewanan re rûbirû mane, hevpeyvînên medyayî yên hişyarker, vîdeoyên hişyarkirina medyaya dîjîtal, her wiha bîlanço û hejmara jinên ku di van salên dawî de li Cezayîrê hatine qetilkirin, hatin belavkirin.

Di heman demê de komeleya Hûriyê ya Jinên Cezayîrê rojeke taybet di bin dirûşma "Ew emanet e, bes e heqaret neke" li dar xist. Seroka komeleyê Ayşe Serîr jî ev roj wek statuyeke ji bo nirxandin, qebûlkirina nêrînên ku bi vê mijarê re mijûl dibin, nirxand. Ayşe Serîr destnîşan kir ku jinan di warê fikrî û zagonî de gavên mezin avêtine, lê hê negihîştine asta qedexekirina tundiyê.

Pêngava 'Pencereya yekane' ji bo hişyarkirinê ye

Di heman demê de platforuma Salamat Dezad, Însiyatîfa Laha Podcast û Femînîsta Cezayîrî derbarê "Pencereya yekane" de pêngovek hişyarkirinê lidar xistin. Di vê pêngavê de lêkolînên der barê tundiya li dijî jin û jinên ciwan de belav kirin. Her wiha şahidiya jineke hat belavkirin. Çîroka jina ku mêrê wê yê berê hemû cureyên tundiyê li dijî wê kiriye, lê wê hinek mafên xwe bi rêya gilîkirin û dozan bidest bixe. Raporên bijîşkî yên dadwerî jî pêşkêşî dadgehê kiriye.