Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya: Pêşxistina lêgerîna jiyana azad bû bersiva komployê
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, têkildarî Komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, ji ajansa me re axivî û got “Bersiva ku jinan û gelan dan vê komployê, pêşxistina lêgerîna jiyana azad bû.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-20250213-130618-9-jpg20e15e-image-jpg49adbc-image.jpg)
EVRÎM RONAHÎ
Navenda Nûçeyan – Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navnetewî ve hat lidarxistin, 26 sal li dû xwe hiştin. Em bi Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya re li ser pêşveçûnên di vê demê de çêbûne, armanca vê komploya li hember Abdullah Ocalan, pêşî û paşiya wê, berxwedana jinan û gelan a li hember vê komployê, axivîn.
Elif Kaya, anî ziman PKK’ê civak rakiriye ser piyan û pêşengî jê re kiriye, armanca sereke ya komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, bêbandorkirina PKK’ê ye û wiha got: “Em dibînin ku ji vê komployê encam negirtine. Em bi xwedîderketina gelan, hêza jiyanîbûna felsefeya Rêber Apo û çanda berxwedanê dibînin. Em dikarin bêjin ku: em bi awayek herî zelal dikarin bêjin ku bi rastî di çavkaniya çanda berxwedana îro li Tişrînê tê nîşandan de jî ev heye. Nîşan dide ku bi rastî komplo biser neketiye, di hedefa ku dane ber xwe de bi tu awayî biser neketine.”
* Komploya Navnetewî dikeve sala 26’an. Hûn komploya navnetewî ji duh heta îro binirxînin, hûn dê çi bêjin?
Me ji sala 1998’an heta niha 27 sal li dû xwe hiştin. Di vê pêvajoyê de komplo bi awayek hat berdewamkirin. Li hember vê yekê, ji bo ku komplo biser nekeve û têk here, gelê Kurd têkoşîna xwe domand û li derdora xeta têkoşîna ku Rêber Apo bipêş xistiye, kom bû. Di vê pêvajoya 27 salî de em dikarin bêjin ku dîrokek bêhempa ya berxwedanê jî bipêş ketiye. Di vê qonaxê de armanca komployê, Tevgera Azadiyê bû. Ji ber ku Tevgera Azadiyê li hember xitimandina pergala kapîtalîst dijî, ji bo çareserkirina krîza avabûnî ya pergala kapîtalîst, ji Rojhilata Navîn ji nû ve pêvajoyek tekûzkirinê da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de hêza ku herî zêde li hember wê û hêza herî bingehîn bû. Felsefeya jiyana azad a ku Rêber Apo bipêş xist bû. Rêber Apo beriya niha ev tişt di nirxandin û parêznameyên xwe de jî danîn hole. Kapîtalîzmê gava ku xwe ji nû ve tekûz dikir û pergala xwe ya xwînmij ji nû ve dîzayn dikir; ji ber ku nikare bi pergala xwe ya heyî hebûna xwe biparêze. Ji bo vê yekê jî xwest ku dînamîkên li Rojhilata Navîn ku dikarin li hember wê serî rakin, têkoşîna azadiyê û lêgerîna jiyana azad kûr bikin, ji holê rake yan jî qet nebe bêhêz bihêle. Jixwe hem tesbît kiribûn hem jî baş dizanibûn ku ev nebe, jixwe derfeta ku kapîtalîzm li Rojhilata Navîn xwe ji nû ve dîzayn bike, tuneye.
Pêvajoya komployê ku hatiye pêşxistin
Em dibînin ku di sala 1998’an de di serî de Emrîka, Îngiltere û Îsraîl, gelek welatên kapîtalîst di komploya navnetewî de cîh girtine. Tevgera PKK’ê tu çalakiyek têkildarî van welatan li dar nexistiye, lê dîsa jî em dibînin ku di sala 1998’an de di komploya navnetewî de ji Tirkiyê zêdetir ev welat cîh digirin. Gava ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê teşekirin, hêza bingehîn a ku civakê li hember vê pergala xwînmij li ser piya bihêle, bihîstyar bike, derfetên jiyana pergala xwînmij û îhtimalên wê sînordar bike, Rêber Apo bû. Lewma jî li hember Rêber Apo’ya ev komploya navnetewî hat pêşxistin. Di şexsê Rêber Apo de bi rastî komplo li hember gelan, li hember jinên ku daxwaza azadiyê dikirin, li hember derdorên civakî yên xwedî baweriyên cuda ku dixwestin li ser van axan bi baweriyên xwe bijîn bû. Pêvajoyek wiha ya komployê hat pêşxistin. Lê em dikarin bêjin ku çalakî û berxwedanên ku li hember pêvajoya komployê ji aliyê gel, jinan, derdorên cuda yên civakî û komên cuda ve hatin pêşxistin, nehiştin ku ev komplo bighê armanca xwe.
Pêşxistina lêgerîna jiyana azad bû bersiva gelan a ji bo komployê
Her çiqas komplo bi tevahî ji holê nehatibe rakirin jî, em dikarin bêjin ku bandora vêya hatiye sînorkirin û têkoşîn kûrtir û pêşketîtir bûye. Bi vê têkoşînê bandora komployê hat şikandin. Mînakên nîşan didin ku digel vê komployê jî di serî de gelê Kurd gelên li Rojhilata Navîn dikarin bi sîstema konfederal a demokratîk bi hev re bijîn, hatin avakirin. Ev nêzî 26 sal in ku pêvajoyek ji sala 1999’an ve bi dîlkirina Rêber Apo ya li girava Îmraliyê berdewam dike, heye. Her sal, her serdem, kêliyên ku dema fikrên Rêber Apo gihîştin gel di heman demê de gel, jin, li derdora fikrên Rêber Apo kom bûn û lêgerîna jiyana azad kûr kirin, şênber kirin û jê sîstemek ava kirin, hatin jiyîn. Di vê hêlê de jinan û gelan ji vê komployê re bersiva xwe wek pêşxistin û berbiçavkirina lêgerîna jiyana azad dan. Em dikarin mînaka herî şênber a vê yekê, bi tecrubeya Rojava bînin ziman. Tecrubeya Rojava, tecrubeya li vir pêk hat, a pergala konfederal a demokratîk û tecrubeya jinê; bi rastî nîşana berbiçavbûyî ya ramana Rêber Apo ye. Pêvajoyek wisa bipêş ket ku, tenê bi Kurdistanê sînordar nebû, sînor derbas kirin, xwe gihand gelên dinyayê, gihîşt her mirovek ku li azadiyê digere. Asta ku niha Rêber Apo tê de ye, tenê çavkaniya ji bo Kurdan û gelê herêmê nîne. Her wiha di qada navnetewî de jî ji aliyê kesên ku di nav lêgerîna azadiyê de ne ve, wek Rêber tê pejirandin. Ji nêrîn û pêşniyarên wî îlham digirin. Di serî de gelê Kurd, her wiha gelên din jî Rêber Apo her care bi çalakiyên xwe anîn rojevê û pê re têkilî danîn. Bi vî awayî jî hewl dan ku pergala tecrîda dijwar a pergalê dixwest pêk bîne, bişkênin. Hem de girêdayî vê yekê jî Rêber Apo her tim bi ramanên xwe bi me re bû.
Li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynê
Mînak di pêvajoya piştî salên 1990’î de piştî destwerdana Kendavê -Rêber Apo ev pêvajo wek destpêka 3’yemîn Şerê Cîhanê jî pênase dike- heta serdema sala 1998’an, bi rastî provayên jiyanîkirina li Rojhilata Navîn hatin kirin. Ev pergal di vê qadê de wê çawa jiyanî bibe? Bi Şerê Kendavê re, dest avêtin Îraqê. Di nav vê demê de çavdêriya rê û metodan kirin. Bi rastî di vê serdemê de biryardayînek çêdibe. Serdema ku komploya li hember Rêber Apo hatiye pêşxistin, tam ev serdem e. Ji ber ku bi rastî di vê pêvajoyê de yek ji hêzên ku civak rakiriye ser piyan û pêşengî jê re kiriye, PKK ye. Pergala emperyalîst dibîne ku heta vê bandora PKK’ê neşkîne, nikare derfetên vê guhertina li Rojhilata Navîn an jî kûrkirina xwînmijiya xwe bidest bixe. Dema em di ser vê xalê de binhêrin, komploya li hember Rêber Apo hatiye pêşxistin û dîlkirina Rêber Apo ya di Girava Îmraliyê de û piştre pergala tecrîda girankirî, piştre jî bi destwerdana li hember Îraqê ya di navbera salên 2001 û 2003’yan de, vê pêvajoyê dighînin qonaxeke nû.
Bi rastî hemû pêvajo bi hev ve girêdayî ne
Bi bihara gelan a piştî sala 2011’an re em dizanin ku li gelek welatên Rojhilata Navîn, ji bo têkbirina avabûna netew-dewleta ku gera sermayeyê asteng dike, destwerdan hatin kirin. Bi rastî ev pêvajo hemû bi hev ve girêdayî ne. Armanca esasî ya komployê jî bêbandorkirina PKK’ê bû. Ji ber ku PKK rêxistineke dînamîk a wisa ye ku dikare civakê rake ser piyan, pêşengî jê re bike. Em bi xwedîderketina gelan, hêza jiyanîbûna felsefeya Rêber Apo û çanda berxwedanê dibînin ku ev komplo negihîştiye encama ku xwestiye.
Di çavkaniya çanda berxwedana li Tişrînê de jî ev heye
Em dikarin bêjin ku: bi rastî bi gotinek herî zelal di çavkaniya çanda berxwedana li Tişrînê de jî ev heye. Aşkera dike ku komplo biser neketiye, tiştê ku kirine hedefa xwe, bidest nexistine. 15’ê Sibatê nêz bû. Ewê li Strasburgê meşên mezin bên lidarxistin. Berê jî li Kölnê meş lidar xistibûn. Bi hezaran mirov ber bi vir ve herikîn. Li derveyî vê yekê jî rastiya gel a ku bi rastî birêxistin bûye, pergala xwe ava kiriye û di nav berxwedanê de ye, bûye sedem ku ev komplo biser nekeve. Komplo qediyaye? Na komplo bi tevahî neqediyaye. Bi taybetî em piştî destwerdana nû li Sûriyê binhêrin, em dibînin ku aktorên sereke yên komployê, di dîzaynkirina nû ya Sûriyê de jî, di pozîsyona diyarker de ne. Birêxstinbûn û berxwedana li hember vê yekê hatiye pêşxistin, em dikarin bêjin ku bandora vê komployê şikandiye û têk biriye.
*Di têkbirina beşek mezin a komployê de bandora berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku bipêş xistiye, çi ye?
Taybetmendiya ku PKK’ê ji hemû tevgerên din cuda dike jî, ev hêza xwenûkirinê ye. Kapasîte û hêza wiha ye. Rêber Apo ev guhertin di sala 1993’yan de kiribû rojeva xwe. Heta di salên 90’î de piştî têkçûna sosyalîzma reel em dikarin gelek xalan di analîzên di wê serdemê de hatine çêkirin de bibînin. Ji wê serdemê ve nirxandinên wî yên ku rihê demê dixwînin û tînin ziman ku divê di nav guhertinek li gor vêya de bin, hene. Di sala 1995’an de di Kongreya 5’emîn de bi rastî yek ji rojevên bingehîn ev e; Bila PKK xwe li gor vê pêvajoyê birêkûpêk bike, bikaribe xwe nû bike. Pirsgirêka ku li hember guherîna jiyanê rû dide jî, hinek ev e. Tecrubeya ku bi jiyanê re çêbûye û guhertina jiyanî ya bi vê yekê re fêm bikî, dikarî demê li gor xwe saz bikî. Bi awayê din, tu dê têk biçî. Yên ku çareser nekin, çareser dibin yanê. Rêber Apo bi vê diyalektîkê bi rastî xwest vê pêvajoyê bihûne. Em dibînin ku ji vê serdemê pê ve di nav lêgerînan de ye.
Pêwendiya guherîna paradîgmayê bi komployê re tuneye
Guherîna paradîgmayê ya bi salên piştî 1999’an re, bi rastî encama vana ye. Pêwendiya wê bi komployê re tuneye. Komployê ev rewş zûtir kir an jî li pêvajoya berbiçavbûnê rast hat. Perspektîfa modernîteya demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve wek paradîgmayeke ku hem ezmûna sosyalîzma reel û encamên polîtîkayên netew-dewletê, hem jî tecrubeyên cihêreng ên ku hatine jiyankirin analîz dike û diyar dike ku derfetên jiyana wekhev û azad ên civakê dikarin çi bin. Ev tişt bê guman tenê têkildarî komployê nîne, di heman demê de ji bo mirovahiyê û hemû derdorên ku di nav lêgerîna azadiyê de ne jî, rêyek çareseriyê ye. Ji ber ku di dorhêleke ku sosyalîzma reel ji hev belav dibe de, serdemeke ku civak bê utopya dimîne, ango ji bilî kapîtalîzmê tu alternatîfek din tuneye, tê avakirin. Nexwe tê bîra me ku ev serdemeke wisa bû ku her tim digotin dawiya dîrokê hat, serdema utopyayan qediya.
Bi tecrubeya li Rojava xeyal pêk hatin
Tam di ve pêvajoyê de, Rêber Apo nîşan da ku bi pergala konfederal a demokratîk ev pêvajo çawa ji aliyê gelan û azadiyê ve dikare bi pergaleke çawa were honandin. Rêber Apo gelek caran bal kişand ser vê yekê; em çawa dikarin formula demokrasiyê û dewletê bi pêş bixin? Em çawa dikarin bixin meriyete, nekeve şerekî ku di demên pêş de dewletê bigre pêşberî xwe jî dewlet nebe jî civak dikare xwe bi rêxistin bike, dewletê bê bandor bihêle, biçûk bike. Li ser vê yekê gelek nîqaş çêbûn. Bêguman ev fikir, tenê ne di nava gelê Kurd de, ji bo hemû kesên di lêgerîna azadiyê de ne dibe îlham. Ev yek bi tecrubeya Rojava ya ku xeyal lê pêk hatine tê dîtin. Ev gelek girîng e. Modernîteya demokratîk an jî pergala konfederal a demokratîk, pergaleke ji bo kesên ku li dijî emperyalîzmê di lêgerîna azadiyê de ne. Pergaleke civaka demokratîk a ku jin, baweriyên cuda, xweza, mafê kesên cuda jî mafê civakê jî di nava xwe de dihewîne pêşniyar dike. Ev li dijî pergala mêtinkar a kapîtalîzmê modeleke ku hemû gel ji bo jiyana azad, wekhev û rêzdar dikarin esas bigrin e.
*Li bendê ye ku di demek nêz de Rêber Apo daxuyaniyek bide. Hûn vê daxuyaniyê û nîqaşên ji bo aştiyê çawa dinirxînin? Di serî de gelê Kurd dê ji bo Rojhilata Navîn bi çi awayî sîrayet bike?
Rêber Apo ji sala 1993’an ve heta niha, bi Tirkiyeyê re li rê û rêbazên çareserkirina vê meseleyê geriya. Agirbesta di sala 1993’yan de û naveroka daxuyaniya wê demê ev bû. Faktora sereke ya vê meseleyê feraseta tekparêz a bi mantiqa netew dewletê çêbû, ên din nepejirand û hewl da ji holê rake bû. Ev krîz ji ber polîtîkayên ku bê îtibar dikin û biçûk dixînin çêbûye. Niha yek ji pirsgirêkên bingehên ên li Tirkiyeyê ev e, dibe ku ev yek tenê bi Tirkiyeyê re têkildar nebe. Bi rastî dema em dinêrin, li Îran û Sûriye Iraqê ango li çar aliyên Kurdistana ku hatiye perçekirin, polîtîkayên wiha hene. Polîtîkayên wekî hev hatin pêkanîn. Ji bo vê jî hewldana Rêber Apo her dem hebû. Ango dibû ku pergaleke demokratîk a ku gelê Kurd û bi gelê Kurd re jî gel û baweriyên din çand û nasnameya xwe bijiyana? Mînak bi vê armancê gelek caran agirbest û hevdîtin çêbûn; di sala 1996’an de, di sala 1998’an de çêbû. Balkêş e, 1’ê Îlona 1998’an beriya komplo dest pê bike, em dibînin ku bangeke wiha ji bo agirbestê hebû, agirbest hatibû îlankirin û dûre komploya navneteweyî çêbû.
Dûre di salên 2000’î de piştî komploya 1999’an, Rêber Apo dîsa beng kir, vekişandina koman ji bo ku ev mesele bi hevdîtin û riya muzakereyê bibe çêbû lê dema em li van hemûyan dinêrin, dibînin ku aliyên ku sabote kirine, azadiya ji bo gelên cuda û baweriyan weke pirsgirêka bekaya dewletê pênase kirine her dem hebûne û pêvajo ji aliyê van ve sabote bûye.
Di vê serdemê jî bangek wiha heye. Bêguman pir girîng e, dema em li konjonktura Rojhilata Navîn dinêrin, ev rewşa li Sûriyeyê çawa derket holê? Pirsgirêka ji nû ve avabûna Rojhilata Navîn a ku ji sala 1991’ê ve em tînin ziman, derket holê ku dê li ser Tirkiyeyê bandorek çawa çêbike. Rayedarên dewletê jî bi xwe gotin ku şer gihîştiye sînorê wan. Hinek aliyên di nava dewletê de di nava lêgerînê de ne ka çawa dikarin bi zirara kêm ji nava vê rewşê derbikevin. Ger ku di salên 1993’yan an jî 2009’an de vê pêvajoyê dest pê bikira, encam bigirta, Tirkiye bibûya yek ji welatên herî mezin ên Rojhilata Navîn lê ji ber ku derbe li pêvajoyê ket, heta roja îro ma û her çû pirsgirêk mezin bû. Nedîtina çareseriyê ji vê pirsgirêkê re, Tirkiyeyê qels dike û dikeve pozîsyona ku tawîz dide kesên din. Di vê pêvajoyê de ev çiqas dikare derbas bibe, mirov nizane lê bendewarî ew e ku ev pêvajo bi erênî bi encam bibe.
Dewleta Tirk çiqas dikare vê pêvajoyê binirxîne? Bêguman bi dersa ku ji demên borî bigre lewre tecrubeyek heye, bi vê yekê bendewarî hene ku ev pêvajo baştir were meşandin. Mînak banga ku Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bike girîng e. Mînak banga jy Rêber Apo di 15’ê Sibatê de bike di demek girîng de ye. Tu kes ji me nizane di nava vê bangê de çi heye. Dema ku çêbû em ê bibînin. Gotin ku dê piştî 15’ê Sibatê bang bike. Nizanim dê dûre bike yan jî neke lê ev pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û bihêzbûna wê ya li Rojhilata Navîn derfetek e. Em nizanin dê dewleta Tirk vê çiqas binirxîne, çiqas vê şansê ji dest xwe bernede lê ji bo hemû gelan pêvajoyek pir girîng e.
Bêguman ev tenê rewşeke têkildarî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîn e lewre pêvajoya ku em jê re dibêjin pirsgirêka Kurd, di esasê xwe de bi şerê cîhanê yê yekemîn re dest pê kiriye. Perçekirina Kurdistanê û li ser maseyê ji aliyê rêveberên welatan ve bi peymanek tunedîtina wê; vê pirsgirêkê çêkir. Niha hevdîtinên li Tirkiyeyê çêdibin, ji ber vê sedemê dê bi Tirkiyeyê re bi sînor nemînin. Dê tekez bandorê li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Başûr bike. Aliyek wê yê wiha heye û ji bo wan hevsengiyan li Rojhilata Navîn ji nûve çêbibin jî roleke wê ya girîng heye.
*Hûn jî xebatên Jineolojiyê dikin. Ji bo têkoşîna jinan girîngiya felsefeya mîmarê Jineolojiyê Rêber Apo çi ye? Jinên cîhanê çawa nêzî vê felsefeyê dibin?
Jineolojî bi rastî jî tiştek nû ye. Rêber Apo got: “Bi zanîna desthilatdariyan mirov nikare rastiya xwe derxe holê.” Ev tesbîteke pir girîng e lewre zanîn, tenê zanîna tiştek nîn e di esasê xwe de aliyek wê yê ku divê çawa bike, pîvanên jiyanê diyar dike jî heye. Ji ber wê tiştên em hîn bûne zanîna desthilatdariyê ne. Xwedî karekterek wisa ye ku her dem dibe astengî ji bo em nikaribin rastiya xwe bibînin. Ji ber vê hem ji aliyê jinan ve hem jî ji aliyê gelên bindest ve ev wisa ye. Mînak; oryantalîzm li ser vê yekê bi pêş dikeve, di zanistên pozîtîf an jî zanistên navenda wan Ewropa de, em rastî yên li ba desthilatdaran in tên. Rêber Apo destpêke kir. Jinan weke bindestên bindestan pênase kir. Got ku bindesta yekem jin e. Hemû mêtinkarî, ji mêtinkariya ku li ser jinan hat pekanîn derketin rê, dûre di nava beşên din ên civakê de hatin pêşxistin. Ev tesbîteke girîng e. Tişteke din jî got “Dibe ku dema em rastiya jinan derxin holê, şansa gihîştina rastiya civakî çêbibe.” Bi zanistên heyî ne pêkan e mirov bikaribe vê yekê bike. Pêdivî bi perspektîfeke nû ya zanistî ku jinan esas bigre heye. Ji ber wê Jineolojiyê pêşniyar kir.
Ev rastî tenê tesbîtk ji bo jinên civakek nîn e, tesbîteke ku hemû jinan di nava xwe de bigre ye û aliyên wê yên cîhanî hene. Ji ber vê jî bala hemû jinên cîhanê dikşîne. Ev têgeh bi xwe jî heyecanek mezin çêdike. Mînak ji gelek neteweyan; ger behsa Ewropayê bikim, mînak Îtalya, Fransa, Almanya, Îngîltere, Îrlanda û Îspanya, ji gelek neteweyan jinan rêbaza Jineolojiyê girtin ji bo dîtina rastiya xwe û civakê, têkiliyek datînin. Ji aliyê gelên Abya Yala ve heyecanek mezin heye. Ji aliyê gelên cihî yên weke Kurdistanê mêtinkariyê bi awayên cuda jiyane ve nêzikahiyek wiha heye. Sedema ve weke min got di rastiyê de tesbîta ji bo rastiyê ya Rêber Apo ye. Ji ber vê kesê ku cara yekem têgeha Jineolojiyê aniye ziman Rêber Apo ye.
Bêguman tenê têgehek nîn e, di diyarkirina rêgezên bingehîn ên Jineolojiyê de jî felsefeya Rêber Apo heye. Ev felsefe di şênberbûna vê xebatê de xwedî pozîsyona diyarker e. Felsefeya Rêber Apo bi giştî jî diyar e û bi beşên civakî re bi sînor namîme. Hemû sînoran derbas dike, aliyên cîhanî jî digre nava xwe û Jineolojî jî yek ji van e.
*Di van rojên ku behsa aştiyê tê kirin de jin aştiyeke çawa dixwazin?
Dema aştî tê gotin, zêdetir têgihîştineke wiha heye; du hêzên ku bi hev re şer dikin rûdinên, di navbera xwe de li hev dikin û aştî wiha çêdibe. Di rastiyê de ji vê jî wêdetir bi civakek re dibe. Aştiya civakî ji her tiştî girîngtir e ji ber vê jî divê destpêkê jin di pêvajoyên aştiyê de biaxivin. Ne tenê aliyên ku şer dikin. Divê li ser awayê jiyana bi civakê re were axaftin. Mînak li Sûriyeyê pergaleke nû tê avakirin lê di destûra bingehîn û avakirina rêveberiyê de tu jinek tune ye. Hilbijartina serokomariyê çêbû tu jinek di nav de tune ye. Komîsyona destûra bingehîn dê ava bibe, jin tune ne. Li vê derê tecrubeyek mezin a jinên Rojava heye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev bi salan e heye. Tecrubeyek ku ji ber ve çêbûye heye, baweriya bi xwe jî heye.
Şertê bingehîn ê ji bo aştiyê ji nû ve peymana jinan a bi civakê re ye
Gelo derfetên jinan ên ku di vê pêvajoyê de van destkeftiyên xwe li pergalê zêde bikin çi ne? Ev pirseke pir girîng e. Heta ku bersiv ji vê pirsê re neyên dîtin, rewşa avabûna aştiya mayînde çênabe. Nêrîna min ew e ku şertê bingehîn ê aştiyê ew e ku jin ji nû ve bi civakê re peymanê çêbikin. Mafên civakê û jinan dive çi bin, jin çawa bikaribin xwe îfade bikin? Ji bo mekanîzmayên xweîfadekirinê çiqas cih heye? Ev hemû di pozîsyonên diyarker de ne. Dûre bêguman, dibe ku ji aliyê gelan û baweriyan ve, ji aliyê beşên cuda yên civakî ve, her kes bi cudabûna xwe, çand, bawerî û bi awayê wekhev û azad bijî. Divê ku derfet û merc ji bo vê yekê werin avakirin. Aştiyeke îdeal wiha dikare were pênasekirin.
Ji aliye Tirkiyeyê ve rewşek ferztir û tevlihevtir heye. Dibe ku mirov bi carekê van hemûyan bixwaze rasteqîn nebe lê divê mirov bike armanca ji bo pekhatinê û gav bi gav bihûne. Tişta ez ji aştiyê fam dikim ev e.