Ji sendîkayên li Spanyayê têkildarî Abdullah Ocalan û pêvajoyê bang
Sendîkayên li Spanyayê bi daxuyaniya bi sernavê "Ber bi çareseriya siyasî û demokratîk a li Kurdistanê ve: Azadî ji Abdullah Ocalan re" bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo aştiyek adil bang kirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250214-20250214-823x463cc-mrk-14-02-25-ispanya-sendikalar-ocalan-bildiri-jpgda6057-image-jpg5f2f74-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Sendîkayên li Spanyayê, Galicia, Asturias, Pais Vasco, Katalonya, Valencia, Giravên Kanaryayê, Giravên Balearê, herêmên Aragon û Endulusê bi sernavê "Ber bi çareseriya siyasî û demokratîk a li Kurdistanê ve: Azadî ji Abdullah Ocalan re" daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di têkoşîna diyarkirina çarenûsê û mafên gelê Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêza esasî ye û işaret bi zext û zordariya siyasî ya li Tirkiyeyê hate kirin.
Di daxuyaniya hevpar de hate bibîrxistin ku ji sala 1999'an û vir ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye û hate destnîşankirin ku ji bo naskirina mafên demokratîk ên gelê Kurd û pêkhatina aştiyê li Tirkiyeyê berdana wî wê bibe gaveke krîtîk.
Her wiha hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salên derbasbûyî pêşengî ji pêvajoya danûstandinan û aştiyê ya bi dewleta Tirk re kir û hate ragihandin, piştî ku danûstandinên sala 2015'an ji aliyê hikumeta Erdogan ve hatin bidawîkirin, hemû hewldanên ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi zextan hatin astengkirin.
‘Divê gav bên avêtin’
Di belavokê de hate destnîşankirin ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ne tenê li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e, di heman demê de li dijî destketiyên demokratîk ên gelê Kurd e. Sendîkayan diyar kirin ku hevdîtina 28'ê Kanûnê ya Heyeta DEM Partiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gaveke erênî bû, lê belê pêvajoya nû ya aştiyê tenê di nava şert û mercên wekhev û zelal de dikare bê meşandin.
Di belavokê de hate gotin, "Her tim dijminên xurt ên aştiyê hebin jî çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd wê bi hemû aliyan bide qezençkirin" û ev bang li civaka navneteweyî hate kirin: "Nabe ku civaka navneteweyî vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Divê ji bo pêkhatina aştiyeke wekhev a li Kurdistanê mekanîzmayên siyasî bikevin dewrê. Ji ber ku ev ne tenê ji bo herêmê ye, her wiha wê ji bo tevahiya cîhanê encamên erênî bi xwe re bîne."
Bang li civaka navnetewî
Sendîkayên li Spanyayê diyar kirin ku modela Konfederalîzma Demokratîk a ku Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, li Kurdistanê pêvajoya veguherîna civakî daye destpêkirin û pîvanên demokrasiya yekser, civaka ekolojîk û azadiya jinê ji gelek tevgerên civakî re bûne çavkaniya sûdwergirtinê.
Di dawiya belavokê de hate destnîşankirin ku sendîkayên mohra xwe danîne binê belavokê wê têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dewam bikin û li pişt daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekinin.
Sendîkayên ku îmzeya wan di bin daxuyaniyê de heye wiha ye:
CCOO, CGT, CIG, Confederación Intersindical, Sindicat COS, CSI Asturies, CUT Aragón, CUT Galiza, ELA Sindikatua, ESK Sindikatua, IAC Catalunya, Intersindical Catalana, Intersindical Valenciana, LAB Sindikatua, MTC Canarias, OSTA, SAT Andalucía, Solidaridad Obrera, STEI Balears, STEILAS Sindikatua, UGT.