‘Ocalan ji bo hemu gelên Rojhilata Navîn ên tiyê azadiyê ne rêber e’
Jinên ji bajarê Kobanê bal kişandin ser fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di guhertina hişmendiya mêr de û gotin: “Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ên tiyê azadiyê ne rêber e.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-almadt-jpgd03431-image.jpg)
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de, pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kir. Armanc bi vê komploya ku bi hevkariya hêzên navdewletî dest pê kir, ew bû ku nêrîna felsefî ya Abdullah Ocala û projeya aştiya cîhanî tune bikin. Merheleya pêşîn a pêvajoyê, bi zexta li ser Sûriyê destpê kir û jê rêveberiya Şamê xwestin Ocalan ji Sûriyê derxe. Piştî ku Ocalan di 9’ê Cotmehê de ji Sûriyê derket, komployê bi temamî xistin dewrê û di encamê de di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ji wê dîrokê heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê girtî ye û di bin tecrîdek giran de ye.
Piştî tecrîda ku bi salan e didome, di dawiya 2024’an de destûr dan malbat, parêzer û heyeta DEM Partiyê ku hevdîtinê pê re bikin. Vê pêşketinê ji bo jinên ku fikrên wî pejirandine û girêdayî wî ne xwedî wateyek mezin e û ji bo azadiya fizîkî, bûye hêviyek. Jinên bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destnîşan kirin ku îsal di warê meseleya Kurd de ji salên berê cudatir e, diyar kirin ku ew li bendê ne Abdullah Ocalan bi fizîkî azad bibe û li Rojhilata Navîn hewldanên ji bo aştiyê berdewam bikin.
‘Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn ên tiyê azadiyê, rêber e’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk a Kobanê (TEV-DEM) Hedle Hesen, diyar kir ku Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd rêber e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn ên tiyê azadiyê ne rêberek e û wiha got: "Fikrên wî li çar aliyên cîhanê ji aliyê bi milyonan jinan ve tên pejirandin. Ew rêberek demokratîk ê mirovahiyê ye. Felsefeya wî ji bo hemû krîzên li Rojhilata Navîn, riya çareseriyê nîşan dide."
Hedle Hesen, got ku bi komploya navneteweyî hewl dane fikr û felsefeya Ocalan tune bikin lê bi ser neketine û bi van gotinan bal kişand ser armanca komplogeran: "Xwestin fikr û felsefeya wî tune bikin lê komploya wan îrade û têkoşîna me mezintir û bihêztir kir. Wan gotin qey bi dîlgirtina Ocalan dê têkoşîna gelê me qels bikin lê dijberî wê bû; em zêdetir bi têkoşînê ve hatin girêdan û bihêztir bûn. Ji bo ku komplo bi temamî vala derbikeve em têkoşîna xwe ji her demê zêdetir bi biryardarî didomînin."
‘Em hemû li benda bihîstina dengê wî ne’
Hedle Hesen, da zanîn ku armanca gelan û jinên ku ji fikr û ramanên Abdullah Ocalan bawer dikin azadiya fizîkî ya Ocalan e û wiha domand: "Li Îmraliyê divê tecrîda giran û bêhiqûqiya li dijî Ocalan, bi dawî bibe. Divê ku roja 15’ê Sibatê êdî weke roja reş neyê bibîranîn, dijberî wê divê bibe roja azadiya fizîkî ya Ocalan û serkeftina têkoşîna me. Em hemû li benda bihîstina dengê wî ne.”
Bandora fikrên Abdullah Ocalan a li ser tevgera jinan
Endama Ofîsa Jinan a TEV-DEM’ê Bêrîvan Cuma, bandora fikrên Rêberê Gelê Kurd ên li ser jinan û civakan nirxand. Bêrîvan Cuma anî ziman ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di têkoşîna azadiya jinan de riyek girîng vekiriye û wiha domand: “Hêzên navneteweyî bi dîlgirtina Rêber Apo û tecrîda li ser wî, gotin ku wê bikaribin fikrên wî bi sînor bikin. Lê di vê mijarê de binkeftî bûn. Ji ber ku fikrên Rêber Apo, di dilê jinan û gelan de ne. Modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin li ser fikrên wî dimeşe û em têkoşîna xwe di vê hêlê de didomînin.”
Bêrîvan Cuma anî ziman ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di guhertina hişmendiya mêr de jî bandorek mezin çêkirine û ev yek guhertina azadiya jinan bileztir kiriye. Bêrîvan Cuma wiha axivî: “Fikrên Rêber Apo ne tenê ji bo azadiya jinan, bi giştî di warê guhertina hişmendiya serwer a di civakê de jî şoreşek mezin li dar xistiye. Îro jinan zextên ku li ser wan hatine ferzkirin şikandine. Ji van zextan rizgar bûne. Jin dikarin fikrên xwe bi azadî bilêv bikin, dikarin parastina mafên xwe bikin û nasnameya xwe biparêzin. Felsefeya wî hişt ku jin xwe binasin. Zexta ku bi hezaran salan e jin pê re rûbirû ne derxist holê û pêvajoya wan a rizgariyê da destpêkirin.”
Tirsa li hemberî fikrên Abdullah Ocalan û berxwedana li dijî komployê
Bêrîvan Cuma anî ziman ku sedema komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tirsa ji ber felsefeya wî ye û wiha nirxand: “Fikrên Rêber Apo li seranserî cîhanê di têkoşîna azadiya gelan de bûye çavkaniyek mezin a îlhamê. Felsefe û siyaseta wî modelek rasteqîn e ji bo çareseriya hemû krîzên li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê dewletên komploger, azadiya wî ya fîzîkî naxwazin. Lê em di wê baweriyê de ne ku ev sal dê ji salên berê cudatir be. Îhtîmala ku Rêber Apo ji Îmraliyê bang li civakan bike jî ji bo me çavkaniyek mezin a hêviyê ye. Em li benda banga wî ne û li bendê ne ku piştî 26 salan careke din bi wî re hevdîtinê bikin.”