Rojnamevanên jin ên bê Zincîr rapora têkildarî tundiya zayendî ya li Sûdanê eşkere kir
Rêxistina Rojnamevanên jin ên bê Zincîr, di rapora têkildarî sûcên tundiya zayendî û binpêkirinên yên li dijî jin û zarokên keç li Sûdanê weşandî de, bal kişand ser tecawîza komî, koletiya zayendî, îşkence û bûyerên revandin ê.
Navenda Nûçeyan- Ji ber şerên li Sûdanê jin û zarokên keç rastî gelek binpêkirinên mafan ên weke tecawîzên komî û koletiya zayendî tên. Ev rewş ji ber ne cezakirina bersûcan, ji aliyê jinan ve di aliyê mafê mirovan de wek binpêkirinek eşkere tê qebûlkirin.
Rêxistina Rojnamevanên Jin ên bê Zincîr, bi rapora ku di 20’ê Kanûnê de amade kir de, sûcên tundiya zayendî û binpêkirinên cidî ên li dijî jin û zarokên keç ên Sûdanî şermezar kir. Rapor, tecawîza komî, koletiya zayendî, îşkence, û bûyerên weke revandinê digre nava xwe. Ev sûc bi mafê mirovan yê ewlehiyê û raporên medyayê re hatiye belgekirin, di nava van de rapora Çavdêriya Mafê Mirovan ya di 16’ê Kanûnê de hatî weşandin heye.
Di raporê de heta diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di navbera Kanûna 2023’an, Adara 2024’an de li eyaleta Başûrê Kordofan de li dijî gelê sivîl rêze êrişan pêk anîne, hate destnîşan kirin ku ev êriş rê li ber mirina bi dehan sivîl û tecawîza bi komî ya zarokên keç û jinan vekiriye. Di berdewamiya raporê de hate diyarkirin ku di êrişên li dijî bajarokên Habilah û Fayouh de jin bi darê zorê rastî tecawîzê hatine û 79 bûyeren tecawîzê û hinek bûyerên koletiya zayendî, li gel îfadeyên mexdûr û malbatan hatiye belgekirin.
Rêxistinê di rapora xwe de destnîşan kir ku Komsertiya Mafê Mirovan belgekiriye ku ji sedî 70’ê bûyerên tundiya zayendî ji aliyê endamên bi cil yên Hêzên Piştgirya Lezgîn ve hatine pêkanîn û rapora Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan, li eyaletên Kordofan û Darfur gelek zarokên keç û jin ên di navbera 7-50 salî de rastî tundiya sîstematîk hatin e.
Banga bilez ya gavavêtinê
Rêxistinê ji bo dawî li hemû binpêkirinên mafan ên li Sûdanê were û pêkanîna edaletê banga demildest ya mudaxeleyê kir, bang li civaka navnetewî, Netewên Yekbûyî û Yekitiya Efrîqayê kir ku berpirsên van sûcan li dadgehên navnetewî werin darizandin û ji bo parastina jin û zarokên keç ên li Sûdanê gavên demildest werin avêtin. Rêxistinê da zanîn ku ji bo jin û zarokên keç ên rastî tecawîz û tundiyê hatine divê piştevaniya psîkolojîk û hiqûqî were kirin.
Rêxistinê destnîşan kir ku Konseya Mafê Mirovan ya Netewên Yekbûyî, biryara der barê bihêzkirina tedbîrên hesabdayînê de, pêkbînin û êrişên li dijî zarok û bi taybet jinan were rawestandin, pêşniyarên demildest yên çareseriyê pêşbixin û ji bo pêkanîna aştiyê gav biavêjin.
Rêxistinê herî dawî di raporê de destnîşan kir ku divê bi lez û bi awayek bi bandor bersiva trajediyên ku jinên li Sûdan dijîn were dayîn û ji bo jin mafê xwe biparêzin û ji van sûcên bi tirs werin parastin divê tedbîrên pêwîst were girtin. Rêxistinê da zanîn ku eşkerekirina van binpêkirinan û li her derê wê parastina jinan bidomînin.