Dewleta Tirk di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kir
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di nav 5 salan de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rojnamevanan dike hedef. Di 19'ê Kanûnê de Tirkiye li Girê Berkelê yê li başûrê Kobanê amûrên Kobanê FM'yê hedef girt û rojnamevan qetil kirin. Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de bûn hedefa Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk.
13 rojnameger hatin qetilkirin
Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne yekemîn rojnameger in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne hedef. Rojnamegerên ku ji roja ku êriş didomin û vir ve geşedanan dişopînin û dikin nûçe, rastî êrişên SÎHA an jî topan tên. Ji sala 2019’an û vir ve tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe hejmara rojnamevanên hatine qetilkirin herî kêm 13 ye. Di êrişan de heta niha herî kêm 7 rojnameger birîndar bûne.
* 11 Cotmeh 2019: Rojnamevan Vedat Erdemci di êrişa hewayî ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da.
* 13’ê Cotmeh 2019: Nûçegihanê ANHA'yê Seed Ehmed û nûçegihanê Çira TV'yê Mihemed Hisên Reşo di encama bomberdûmana li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan.
* 13’yê Cotmeh 2019: Li Girê Spî di êrişa SÎHA'yê ya li hemberî wesayîta rojnamevanan de Dilovan Gever û Wedat Erdemîc hatin qetilkirin.
* 2019: Endamê Çapemeniya Frî Bor Marîncîr Zîzis Sînke di dema bomberdûmana Til Temirê de jiyana xwe ji dest da.
* 19’ê Mijdarê 2022: Nûçegihanê ANHA’yê Îsam Ebdullah di êrişa hewayî ya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest da.
* 23’ê Tebaxê 2023: Li ser rêya Qamişlo-Amûdê wesayîta Jin TV'yê hat teqandin. Di êrişê de xebatkarê Jin TV'yê Necmedîn Feysel El Hac Sînan jiyana xwe ji dest da û nûçegihan Delîla Egîd jî birîndar bû.
* 8’ê Tîrmeha 2024: Li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM'ê yên ku li Şengalê nûçe dişopandin, êrişa hewayî hat lidarxistin. Nûçegihanê ÇÎRA TV'yê Mûrat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11’ê Tîrmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest da.
* 23’yê Tebaxa 2024: Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHA'yan hat bombekirin. Di êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.
* 19'ê Kanûna 2024: Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest dan.