Xizmên windayan: Kiryarên Ahmet Bulmuş bidarizînin

Li Amedê ÎHD'ê û xizmên windayan xwestin kiryarên Ahmet Bulmuş ê di sala 1994’an de li Cizîra Botan hat binçavkirin û windakirin û piştî 2 salan cenazeyê wî li navçeya Silopiyê di bîrekê de hate dîtin bên darizandin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya 738’emîn a “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezana Amedê li dar xistin. Di çalakiya ku pankarta wêneyên windayan li ser hat hilgirtin de çîroka Ahmet Bulmuş ê di 1’ê nîsana 1994’an de li Cizîra Botan hat windakirin û piştî 2 salan cenazeyê wî li navçeya Silopiyê di bîrek de hate dîtin hat parvekirin.

Nûnerê ÎHD’ê yê Herêmê Tahîr Saçakli diyar kir ku 738 hefte ne mirovên ku hatine kuştin bi bîr tînin û anî ziman ku li Tirkiyeyê her kes daxwaza edalet û aştiyê dike.

Piştre Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli çîroka Ahmet Bulmuş xwend.

Piştî xwendina çîrokê daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.