Jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen gotin ‘Jinên Suweydayê tenê nînin’

Platforma çalakiyên hevbeş ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo jinên Suweydayê kampanyayek hevgirtinê da destpêkirin. Nûnera Yekîtiya Jinên Suryanî ya li Ofîsa Koordînasyonê ya Konseya Jinan Sabah Şabo, banga yekîtî û hevgirtinê kir.

ESMAA MUHAMMED

Qamişlo – Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bersiva paşguhkirina eşkere ya binpêkirinên mezhebî û etnîkî yên li dijî jinên Durzî, kampanyayek hevgirtinê ragihandin.

Komeke jin û aktîvîstên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî binpêkirinên li dijî jinên Durzî yên Suweydayê, di 30’ê Tîrmehê de bi armanca  ragihandina dengê jinan û binpêkirinên li dijî jinan ya ji bo cîhanê, daxwazkirina hesabpirsîna sûcdaran û bidawîanîna tundiya li dijî jinan, kampanyayek hevgirtinê dan destpêkirin. Kampanya, ji bo bersîvdayîna "binpêkirinên cidî û bipergalî" yên li dijî jinên başurê Sûriyeyê, bi dirûşmeya "Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê” hat destpêkirin.

‘Heta ku tundî û cudakariya li dijî jinan bidome têkoşîna femînîst jî dê bidome’

Nûnera Yekîtiya Jinên Suryanî ya li Ofîsa Koordînasyonê ya Konseya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sabah Şabo ji ajansa me re axivî. Sabah Şabo, diyar kir ev kampanya armanc dike ku bi rêya rêzeçalakî û karûbarên qadê û medyayê êşa hemû jinên li Sûriyeyê ji cîhanê re ragihîne. Sabah, destnîşan kir heta ku tundî û cudakariya li dijî jinan berdewam bike, wê têkoşîna femînîst jî bidome.

‘Li ser navê hemû sazî û rêxistinên jinan hat destpêkirin’

Sabah Şabo, wiha got: “Em wekî platformên jinan, tundî û hedefgirtina rasterast a jinên Suwedayê bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku em dengê jinan ragihînin cîhanê û li dijî her curê tundî û têkoşîna mehzebî piştgirî bidin jinên Suriyeyê, me kampanyaya xwe ragihand. Kampanya bi navê hemû sazî û rêxistinên jinan, bi daxuyaniyekî bi sê zimanan ku binpêkirinên li dijî jinên Suweydayê û Sûriyeyê şermezar dike, hate destpêkirin.”

Du mijarên sereke dê bên nîqaşkirin

Sabah Şabo, diyar kir kampanyayê li ser medyaya dijîtal hashtagek hevpar daye destpêkirin, medyaya civakî û her wiha ji bo ji rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî re deng û êşên jinan bi awayekî fermî û rasterast ragihînin, peyaman dişîne. Sabah Şabo, da zanîn ku kampanya dê têkildarî binpêkirinên li Suweydayê dosyayek begefîlm amede bike û bişîne sazî û rêxistinên eleqeder û got: “Her wiha dê li gelek deveran xwepêşandan bê lidarxistin û pankartên ku daxwaza bidawîanîna tundî, mezhebperestî û qetilkirina sivîlan dikin, bên hilgirtin. Bi beşdariya jinên ji herêmên cuda wê formek bê lidarxistin û du mijarên sereke werin nîqaşkirin; binpêkirin û sûcên li dijî jinên li herêmên peravê û li Suweydayê.”

‘Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê’ 

Sabah Şabo, derbarê dirûşmeya kampanyayê de jî wiha got: “Me ji bo balkişandina li ser yekîtî û hevgirtina jinan, dirûşmeya ‘Bi hev re li dijî qirkirinê ji bo piştgiriya jinên li Suweydayê’ hilbijart. Kampanya yan li gorî bertekan bê dirêjkirin yan jî bi awayekî pêşxistinê wê heftiyekî dom bike.”

‘Em êşa jinên Suweydayê hîs dikin’

Sebah Şabo, balkişand ser girîngiya piştevaniya jinan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Em wek gelê Kurd, Ereb û Suryanî yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, ji ber ku me ji destê dagirkeriya Tirk û rêxistinên terorê heman êşan jiyan kir, em êşa jinên Suweydayê hîs dikin. Lewma, em bang li hemû jinên Sûriyeyê û hemû jinan dikin ku bibin yek, li dijî cînayet û tundiyê dengê xwe bilind bikin û di mekanîzmayên biryargirtinê de ji bo jinan daxwaza cîhekî adil bikin.”