812 penaberên Iraqê ji kampa Holê derketin
233 malbatên ku ji 812 penaberên Iraqî pêk tên ji kampa Holê derketin û vegeriyan Iraqê.

Navenda Nûçeyan – Kampa Holê ku yek ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye. Di kampê de nêzî 13 hezar Iraqî, 15 hezar Sûriyeyî û 6 hezar û 385 malbatên çeteyên DAIŞˊê hene.
Di çarçoveya xebata hevbeş a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlekariyê-Penabaran a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a malbatên Iraqî yên li kampa Holê, ji kampê derket. Ev kom ji 812 kesan (233 malbat) pêk tê.
Ji destpêka îsal ve ev koma 11’an a Iraqiyan e ku ji kampê derdikeve. Ev koma 28’an e ya malbatên Iraqî ji kampa Holê tê derxistin û ji bo welatên wan tên şandin.