Şahidek li nexweşxaneya Suweydayê: Mirov bi hovane hatin kuştin

Rexad Ebû Esaf a ku di nava rojên pevçûnan de li nexweşxaneya bajarê Suweydayê weke dilxwaz kar dikir, trajediyên rojên pevçûnan vegot.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di demeke bi krîzên dijwar dagirtî û tunebûna edaletê de, şahidek ji dilê bajarê Suweydayê Sûriyeyê derket holê. Dilxwaz Rexad Ebû Esaf behsa çar rojên tirsnak di hundirê nexweşxaneyeke dorpêçkirî de kir.

Dilxwaz Rexad Ebû Esaf a ji bajarê Suweydayê, piştî rakirina dorpêça çend rojan, serpêhatiya xwe ya di nava nexweşxaneyê de vegot. Ew karmendek hikûmetê nebû lê ji ber mirovperweriya xwe bi xwebexşî tevlî tîma amadekirin û pêçandina cenazeyan bû. Di nava çar rojan de, rastî gelek dîmenan bêwate hat, mezinbûna karesata ku bi serê niştecihên bajêr de hatibû dît û bandorek kûr li ser wê hişt.

Hûrgiliyên trajediyên hatine jiyîn vegot

Rexad Ebû Esaf behsa dîmenên tirsnak ên ku wan dîtine dike û dibêje: "Me hejmareke mezin ji mirovên mirî yên ji bajêr dîtin, bi hovîtî hatibûn kuştin. Di nava qurbaniyan de kesek hebû ku dest û lingên wî girêdayî bûn, serê wî hatibû birîn û bedena wî heta parsûyên wî yên ku xuya bûbû şewitîbû. Her wiha jinên ji şêst salî mezintir me dît, bi hovane hatibûn kuştin, cilên wan bi zelalî temenê wan ê mezin û seqetiya wan nîşan didan. Di heman demê de hejmareke mezin ji sivîlan hebûn ku bi awayên hovane hatibûn kuştin. Dorpêça li ser nexweşxaneyê yek ji dîmenên herî bi êş bû li Suweydayê hat dîtin, ji ber ku cihekî diviyabû bibe stargeheke mirovî, hedef girt. Xebatkarên wê bi dorpêçkirin, heqaret û lêdanan  re rûbirû man û bi gotinên heqaret û nebaş hatin tawanbarkirin."

Ji zindanên El-Colanî heta kolanên Suweydayê

Rexad Ebû Esaf diyar kir ku di dema pêvajoya pêçandina cenazeyên karmendên Ewlekariya Giştî de, bêhnek tûj û ecêb girtine, ji bêhna xwînê ya asayî pir cuda bûye ku gumanan derxist holê ew teşwîqkerên masûlkeyan, rehên demaran û dibe ku mêjî bikar tînin. Rexad wiha dewamî da gotinên xwe: "Tiştê ku li Suweydayê û derveyî wê qewimîn ne tenê binpêkirinek e, yek ji sûcên herî hovane ye. Xuya bû ku sûcdarên van sûcan di meydana şer de ne nû bûn, di perwerdeyek sîstematîk re derbas bûne. Ew aydî komên rêxistinkirî bûn, di bin çavdêriya El-Colanî de hatibûn damezrandin. Ew xwedî dîrokek dirêj a şer li Iraqê bûn ji hêla ajansên navneteweyî ve dihat xwestin. Destên xwe bavêjin nexweşxane, rê, çerxerê, avahî û heta dikanan."

'Em dixwazin hewaya paqij bigrin'

Rexad Ebû Esaf ji cîhanê û rêxistinên navneteweyî re got: "Xeyala ku em der barê rêxistinên mirovî, rêxistinên mafên mirovan, UNICEF û Neteweyên Yekbûyî de dijîn bêqîmet e. Ev rêxistinên navneteweyî ne, xwedî bandoreke gerdûnî ne. Em dixwazin bijîn, nehêlin gelê me li ber çavên me bimre. Em dixwazin hewaya paqij bikşînin, ne bêhna xwîn û barûtê û qirêjiyê bistînin. Ger tiştê ku diqewime paqijiya etnîkî yan olî be, tê wê wateyê ku em ne azad in, em sê sed sal paşve çûne."

Şahidiya Rexad Ebû Esaf ne tenê vegotina bûyeran e, qîrîneke mirovî ye, bang li cîhanê dike ku tedbîran bigre. Tiştê ku li Suweydayê diqewimin ne pevçûneke herêmî, sûcên sîstematîk in, ku li dijî sivîlan di nava bêdengiya şermok a navneteweyî de tên kirin.