Bêrîtan Hêvî li Şengalê hate bibîr anîn: Jin bi saya wê xwe nas dikin
Li Şengalê Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî bi semînerek hat bi bîr anîn. Jinên Êzîdî, diyar kirin ku ew di xeta artêşbûna jin a Bêrîtan Hêvî de yekîneyê xwe ya parastinê ava kirin.
Şengal – Li Şengalê di pêşengtiya Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) de Gulnaz Karataş bi nasnav Bêrîtan Hêvî di 33’emîn salvegera şahadeta xwe de bi semînerek hate bi bîr anîn. Hemû endamên meclîs, sazî û dezgehên rêveberiya xweser a Şengalê tevlî semînerê bûn. Semîner bi deqeyekî rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê, endama Koordînasyona Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) Ferîde Şengalî axivî. Ferîde Şengalî, diyar kirin ku bi saya tekoşîna şoreşger Bêrîtan Hêvî jinên Êzîdî îro ketin nava siyaset û qadên xwe yên parastinê ava kirine.
‘Bi saya hevala Bêrîtan jinên Êzîdî xwe nas dikin’
Ferîde Şengalî, wiha got: ‘Şehîd Bêrîtan li dijî xeta îxanetê li ber xwe da û xwe ji zinara avêt. Di sala 2014’an de jî Şehîd Cîlan ji bo ku nekeve destê DAİŞ’ê xwe ji zinaran avêt û xwe feda kir. Dema jinek xwedî îrade û xwedî hêz be, tu cara teslîmeyetê qebûl nake. Şehîd Berîtan jî teslîm nebû. Vê demê jin di nav civaka me de mîna kesê tenê karê malê dike dihat nas kirin. Lê di roja me ya îro de jin bi berxwedanî û tekoşîna Şehîd Berîtan û şehîdên ser şopa wê dimeşîn, di nav civaka me de jî jin dikevin nav siyasetê, parastinê û êdî xwe nas dike tekoşîna xwe dimeşîne.”
‘Berîtan ji bo jinên Êzîdî remza berxwedan û tekoşînê ye’
Her wiha endama meclîsa TAJÊ’yê Edûl Şemo jî Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û da diyar kirin ku şoreşger Bêrîtan ji bo jinên Êzîdî remzek tekoşînê ye. Edûl Şemo, wiha axivî: “Jinên Êzîdî nasnameya xwe li ser hîma parastinê bi saya keda Şehîd Berîtan û hemû şehîdan bi dest xistin. Em wek jinên Êzîdî şopdarê berxwedan û xwe teslîm nekirina Şehîd BÊrîtan’in, çawa ku Şehîd Cîlan, Dayê Gulê li ber xwe dan û bûn şopdara Şehîd Bêrîtan em jî heta dawî li ser şopa wan tekoşîna xwe mezin bikin. Şengal bi saya van şehîdan û keda Rêber Apo xwedî li welatê xwe derket. Şehîd Nûjiyan Erhan jî ji bo dengê jinên Êzîdî belavê cîhanê bike, ked da û tekoşîn meşand. Em wê jî bi bîr tînin. Ez dûbare ji hemû malbatên şehîda re sersaxî dixwazim. Em wek jinên Êzîdî heta dawiyê li ser şopa wan bimeşin û xeta wan nîşanê me dane bigihînin serkeftinê.
‘Bi berxwedan û têkoşîna Berîtan çiyayê Şengalê xwe bi rêve dibe’
Nafiya Xanesor jî, Bêrîtan Hêvî bi bîr anî û got; “Şehîd Berîtan ji bo azadiya hemû jinan asta herî bilind de tekoşîn da meşandin. Bû remza berxwedaniya jinan û ji bo hemû jinên ku bindestiyê qebûl nakin, bû mînak. Şehîd Berîtan xwe û çeka xwe teslîm nekir û xwe ji zinaran avêt. Divê tu jinek teslîmbûnê qebûl nekin û di xeta berxwedaniya Şehîd Bêrîtan de asta xwe ya tekoşînê mezin bikin. Jinên Êzîdî jî îro li ser mîrateya berxwedan û tekoşîna hevala Bêrîtan yekîneyê xwe yê YJŞ’ê ava kirine û xwe perwerde dikin. Jinên Êzîdî îro dane ser şopa mîrateya şehîd Bêrîtan. Çiyayê Şengalê li ser hîmê berxwedan û tekoşîna Bêrîtan xwe bi xwe bi rêve dibe.”
Semîner, bi dûrûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.