Xizmên Windayan aqûbeta Zozan û Orhen Eren pirsîn

Şaxa ÎHD a Amedê û Xizmê Windayan, di hefteya 868’an de çalakiya xwe ya ‘Bila Winda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ domand. Xizmên Windayan aqûbeta Zozan û Orhen Eren ku di 1997’an de hatin windakirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 868'emîn a çalakiya ‘Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ careke din li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin, li aqûbeta hevjînên hev Zozan û Orhan Eren ku di 25’ê Îlona 1997’an de li naçeya pasûr a Amedêwinda bûn, hat pirsîn. 

‘Bi hinceta derman ji PKK’ê re amade dike gef lê hatin xwarin’

Di çalakiyê de çîroka Zozan Eren û Orhan Eren ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Çîroka Zozan û Orhan Eren wiha ye: “Zozan Eren ku li navenda tenduristiyê ya Pasûrê wek hemşîre dixebitî, li Pasûrê bi hevjînê xwe û du keçên xwe re dijiya. Berî ku ew û hevjînê wê Orhan Eren winda bibin, Qeymeqamê Pasûrê jê re dibêje tayina xwe bibe cihekî din. Piştî hevdîtina bi qeymeqam re du polîsên li qeymeqamtiyê peywirdar ji Zozan Erenê re dibêjin 'Tu dermanan ji PKK'yiyan re dişînî, divê tu ji vir biçî' û gefan lê dixwin. Piştî demeke kurt, Zozan Eren bi tohmeta 'alîkariya rêxistinê' sirgûnî Nexweşxaneya Zayînê ya Amedê tê kirin. Zozan Eren ku tayinî Amedê hat kirin, zarokên wê li cem diya wê Pembe Toprakê ya li Pasûrê dimînin. Di 24'ê Îlona 1997'an de, Zozan Eren telefonî dayîka xwe dike û dibêje sibê ew û hevjînê xwe Orhan dê werin Pasûrê zarokan bibin Amedê.

Zozan û Orhan Eren winda bûn

Dema ku keç û zavayê wê roja din, ango roja Înê êvarê nehatin zarokên xwe hilnedan, dayîk Pembe Toprak diqilqile. Nêzîkî nîvê şevê yê heman şevê, dozgerê girtîgeha Licê ku zavayê wê Orhan lê dixebitî, telefon kir û pirsî gelo wê ji Orhan û hevjîna wî agahiyek bihîstiye yan na. Dayîk Toprak dibêje ku wê ji keça xwe an zavayê xwe tiştek nebihîstiye û fikarên xwe bi dozger re parve kir. Nêzîkî du saetan şûnde, hevkarê Orhan telefon kir û got ku otomobîla Orhan 50 metre dûrî Qereqola Polîsan a Angul a Licê bi awayekî terkkirî hatiye dîtin û ji Zozan an jî Orhan tu agahî nayên girtin.

Roja din, roja Şemiyê, dayîk Toprak ji bo serlêdanê diçe Qereqola Jendermeyan a Pasûrê. Ên li qereqolê dibêjin betlane ye û serlêdana wê qebûl nakin û dibêjin roja duşemê were. Roja Duşemê, Dayîka Pembe Toprak bi Dozgeriya Pasûrê re têkilî datîne da ku rewşê rave bike. Dozger telefonî Qereqola Angulê dike. Ên li qereqolê dibêjin 'bûyereke revandinê çêbûye, Orhan û Zozan Eren ji aliyê milîtanên PKK'ê ve hatine revandin.'

AÎHM Tirkiyeyê mehkum kir

Dozger ev agahî ji Pembe Toprak, diya wê re ragihand û şîret lê kir ku biçe Qereqola Angulê û dû re serî li Waliyê Amedê bide. Piştre, Pembe Toprak pêşî daxwaznameyek pêşkêşî Qereqola Angulê kir, lê Fermandarê Qereqolê jê re got ku ew ji aliyê çekdarên PKK'ê ve hatine revandin. Toprak ku tu encam negirt, serî li Waliyê Amedê da. Walî, li ber çavên wê, telefonî Qereqolên Jendermeyan ên Lice û Pasûrê kir û jê re got ku zarokên wê ji aliyê çekdarên PKK'ê ve hatine revandin.

‘Em ê tu carî dev ji lêgerîna li aqûbeta windayan bernedin’

Her çiqas otomobîla wan li nêzî Qereqola Angulê hatibe dîtin jî, agahiyên ku dibêjin çekdaran Zozan û Orhan Eren revandine ne tenê ne newle ne, di heman demê de delîlên berbiçav jî nînin. Digel vê yekê, ev agahî ji hêla hemû rayedarên îdarî û hiqûqî ve bi berdewamî ji malbatê re hatiye gotin. Malbat ku piştî rêyên hiqûqî yên navxweyî dixitimîn, serî li DMME'yê dide. Di 21'ê Sibata 2005'an de, DMME'yê Tirkiye bi ‘binpêkirina mafê jiyanê’ mehkûm kir. Em ê tu carî dev ji lêgerîna li aqûbeta windayan bernedin û ji bo kiryar bên darizandin dê têkoşîna me bidome.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.