Li Yemenê şewba kolerayê bi lez belav dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di rapora xwe ya nû de ragihand ku ji ber berdewamiya şer, şert û mercên jiyanê xirabtir dibe û ev rewş li Yemenê dibe sedema belavbûna bi lez a şewba kolerayê.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li Yemênê şewba kolerayê bi awayekî lez belav dibe. Ev rewş, ji ber tundbûna şerê li welat û xirabûna giran a şert û mercên jiyanê pêk tê.

Li gorî daneyên fermî, ji destpêka salê û heta dawiya meha Tebaxê, bi giştî 72 hezar û 260 bûyerên nû yên kolerayê û vîrika tund hat tomarkirin. 201 bûyer bi mirinê bi encam bûn. Tenê di meha Tebaxê de, 10 hezar û 848 nexweşên nû tûjî kolerayê bûn û di encamê de 34 kes mirin.

Di raporê de wiha hate gotin:

Piştî li Efganistanê zêdetirî 116 hezar û li Sûdana Başûr 74 hezar û 494 kes bi kolerayê ketin,  Yemenê jî di şewba kolereyê de li cîhanê di rêza sêyemîn de cih girt. Par li Yemenê 260 hezar nexweşên kolerayê hatin tomarkirin û di encamê de 879 kes mirin. Ev îstatîstîk nîşan didin ku li seranserê cîhanê, li Yemen ji sedî 35’ê hemû nexweşên kolereyê pêk tîne û ji sedî 18’ê mirinan jî li Yemenê qewimîne.

Şerê nêzî deh sal in li Yemenê di navbera hikûmeta rewa ya navneteweyî û Hûsiyan de didome, zirarek mezin da pergala tenduristiyê ya welat. Nîvê navendên tenduristiyê yên welat an bi giştî girtî ne an jî bê erk in. Her wiha nebûna derman û amûrên tibî jî, welat bi qeyranekî cidî re rû bi rû hiştiye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku di meha Tebaxê de şewba kolerayê zêde bûye. Tenê îsal, li 31 welatên seranserê cîhanê zêdetirê 400 hezar nexweş hatin tomarkirin. Rêxistinê, da zanîn ku nexweşên kolerayê di asta kûrewî de xirabtir dibe û ev belavbûn ji ber pevçûnên çekdarî û xizaniya berbelav pêk tê.

Li welatê sêyemîn ê herî mezin ê parzemîna Efrîkayê Sûdan jî, rewş xeter e. Sûdan, yek ji welatên herî zêde ji kolerayê bandor dibe tê hesibandin.

Li gorî rapora Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di sala dawî de li 17 parêzgehên welat zêdetirê 2 hezar û 400 kes ji ber kolerayê mirine.