Li Belûcistanê ji polîtîkaya vederkirinê ber bi xizaniyê ve
Rewşa bajarê Raskê, yek ji encamên polîtîkayên vederkirin û bêparhiştina Komara Îslamî ya Îranê li dijî gelê Belûc û neteweyên din nîşan dide. Van polîtîkayan bi qelskirina binesaziyê baweriya gel dişkînin û li pêşiya civakên cihî dibin asteng.

Navenda Nûçeyan – Tevî nasnameya wê ya neyînî, tayînkirina rêveberek ewlehiyê ji bo tora tendirustiya Raskê, weke nîşaneya polîtîkaya pergalî ya vederkirin û xizanhiştina Belûcistanê pêşî li fikaran vekir. Tişta balê dikşîne ew e ku; xizmetên jiyanî, pêdiviyên gel, bi biryarên bi navenda ewlekariyê ku pêdiviyên gel nabînin tê birêvebirin.
Polîtîkaya Komara Îslamê ya Îranê li dijî gelan û komên ji neteweyan, bi xizanîkirin û ferzkirina kontrola ewlekariyê tê kirin. Ev polîtîka, li Belûcistanê bi awayekî zêdetir tê pêkanîn û di qelsbûna binesaziya tendirustiyê de tayînkirina rêveberên girêdayî saziyên ewlekariyê û tasfiyekirina kadroyên cihî de vekirî tê dîtin. Vê nêzikahiyê, xizaniyê kûrtir dike, baweriya raya giştî qels dike û her dem ji nû ve cudakariya pergalê bi xwe re tîne.
Li gorî kampanyaya aktivîstên Belûc, bajarê Rask ê ku gelheya wê ji 100 hezarî zêdetir e, hê jî ji xizmetên bingehîn ên tendirustiyê bêpar e. Nexweşxaneya herêmê ya Raskê, li welat bi kêmbûna nivînên nexweşan balê dikşîne. Her wiha kêmbûna bijîjkên pispor û kêmasiya cîhazên tibî, nîşan dide ku ev herêm çendî di nava xizaniyê de ye. Gelek nexweş, ji bo dermankirinê neçar dimînin biçin bajarên herî dûr.
Kesê ku bi gendelî û muameleya xirab dihat nasîn peywirdar kirin
Di bin van mercan de, rêveberiya nebaş û biryarên siyasî-ewlehî, krîzê kûrtir dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî, kesek ku berê ji ber xebata kêm, nelirêtiya madî û muameleya xirab a li dijî personelên tendirustiyê ji peywirê hatibû girtin û têkiliya wî bi Muhafizên Şoreşê û saziyên ewlekariyê re heye, ji nû ve tayînê wezareta tendirustiyê ya Raskê hatiye kirin. Ev kes bi gef, derxistina xebatkarên ji kar, bêusûliya îdarî û li dijî personelan bi vekirina dozê tê nasîn. Tayînkirina vî kesî, di navbera xebatkar û gelê herêmê de bû sedema bertek û fikaran. Gelek kes, difikirin ku biryar ne ji aliyê pisporan ve, bi zexta saziyên ewlehiyê hatiye girtin.
Li Raskê polîtîkayek ji bo xizankirin û girêdana bi saziyên ewlekariyê ve tê meşandin
Li gorî çavkaniyan, haya dekanê Zanîngeha Tibê ya Îranşehrê, ji binpêkirinên rêveberê tendirustiyê hebûye lê tevî vê yekê hatiye tayînkirin. Vê rewşê, rola saziyan û li herêmên xizan ji ber bandora li ser rêveberiya tendirustiyê pirsgirêkên cidî bi xwe re anî.
Tiştên li Raskê tên jiyîn ne tenê krîzeke rêveberiyê; polîtîkayeke ku armanca wê xizanhiştin û girêdana saziyên xizmetê yên bi saziyên ewlekariyê ve ye.
Vê rewşê dibe sedem ku civakên cihî li paş bimînin û nebin xwedî hêz. Berdewamiya vê rewşê, tenê tendirustiya gel naxe xeterê, di heman demê de dibe sedema koçberiya bi zorê ya kadroyên cihî, kûrbûna nexweşî û xizaniyê û dê dûrbûna di navbera gel û hikumetê de zêdetir bike.
Polîtîkayên rayedaran ên li dijî gelan û komên nijadan
Komara Îslamê ya Îranê, ji roja hatiye ser desthilatdariyê ve heta niha, li dijî gelan li welat û komên nijadan polîtîkayeke pergalî ya navendparêz dimeşîne. Ev polîtîka, li ser navendîbûn, bişavtina çandî û vederkirina aborî saz bûye. Di çil salên dawî de van polîtîkayan, li Kurdistan, herêmên li başûrê Îranê yên gelê Ereb li dijî, li çola Tirkmen, Loristan, Xuzistan û bi taybetî jî li Belûcistanê de bi awayên cuda hatin pêkanîn.
Herêmên tenha yên Îranê, ji projeyên pêşketina neteweyî bi awayê pergalî ji derve hatine hiştin. Kêmasiyên di saziyên tendirustî, perwerde û senayiyê de tesadufî nîn in. Çavkanî ji bo navendê hatine xerckirin, biz anîn komên nijadî hatine vederkirin. Belûcistana ku rêjeya bêkariyê lê herî zêde ye, bi kêmbûna xizmeta tendirustiyê û tunebûna mercên pêşketina mirovî xwe dide der.
Li cihê ku bersiv ji daxwazên gelên herêmê re were dayîn, rayedar li pirsgirêkên civakî aliyê ewlehiyê zêde dikin. Vê nêzikahiyê, xwe bi hebûna bi bandor a Muhafizên Şoreşa Îranê, Besîc û saziyên îstîxbaratê di rêveberiyên herêmî, heta di qadên ku tu eleqeya wan bi ewlekariyê re tune ye (weke tendirustî û perwerde) de jî nîşan dide.