Li gundewarê Helebê jinek hate qetilkirin

SOHR’ê, ragihand ku 26’ê Îlonê li bajarê Sefîra yê rojhilatê Helebê cenazeya jinekî li ber mala wê hate dîtin û der barê bûyerê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), 26’ê Îlonê li bajarê Sefîra yê rojhilatê Helebê cenazeya jinekî li ber mala wê hate dîtin. Hate ragihandin ku jin bi amûrên birînê hatiye qetilkirin.

Cînayet, di bin şert û mercên nepenî de pêk hat; nasnameyê kujer an jî kujeran nayê zanîn. Ev rewş, di nava niştecihên bajêr de bû sedema fikarên mezin. Ev bûyer mînakek din a qelsbûna ewlehiyê yên herêmê ye.

Li herêmên ji aliyê komên cîhadîst ve tên kontrolkirin, pêkanîn nayên sepandin, çavdêriya hiqûqî netêrkêr e û rayedarên herêmî di misogerkirina ewlehiyê de kêm dimînin. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî komên çekdar, der barê bûyerê de tu daxuyaniyek fermî nedan û ev yek jî nezelaliya cînayetên tên jiyîn, zêdetir dike.

Li bajarê Safîre beriya niha jî bûyerên bivî awayî hatin jiyîn. Di 10’ê Îlonê de şerê di navbera du malbatan de veguherî pevçûn û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û ev bûyer li bajêr bû sedema aloziyê.

Di mehên dawî de li bajêr sûcên din jî hatin tomarkirin. Di meha Sibatê jinekî dermanfiroş, xwişka wê û zaroka wê hate qetilkirin. Ev yek nîşaneya zêdebûna tundiya navmalê û civakî ye.