Xizmên windayan aqûbeta 3 kesên ku 30 sal berê hatin qetilkirin pirsîn
Xizmên Windayan di hefteya 698’an de aqûbeta Bijîşk Mehmet Emîn Ayhan, xebatkarê tenduristiyê Hamît Pamuk û hevalê wî Îkram Han ên hatin qetilkirin pirsîn.
Amed - Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 698’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu li dar xist. Xizmên windayan, endamên ÎHD'ê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopomtamyayê (MED DER) û Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.
Çîrokên Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamuk ê di salên 1992 û 1993'an de li navçeya Farqînê ya Amedê hatin windakirin, Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'ê parêzer Derya Yildirim parve kir.
“Rastî êrîşa bi çek hatin”
Derya Yildirim diyar kir ku Mehmet Emin Ayhan ê di sala 1954'an de li Nisêbînê ji dayik bûye, li Nexweşxaneyê Dewletê ya Farqînê bijîjki kiriye û ji aliyê hemû kesî ve hatiye hezkirin û wiha got: "Gelê Farqînê gelek ji Mehmet Emîn Ayhan hez dikir û jê re rêz digirt. Ew yek bala Hîzbûllah dikişine û Ayhan tê şopandin. Di sala 1992'yan de roja ku bi hevjina xwe re ji serdana mala hevalên xwe vedigere malê li pêşiya mala xwe bi çeke tê qetilkirin. Mixabin ev bûyer ji wê dîrokê heta roja me ya îro wek kiryar nediyar dimîne.”
“Kesekî gelek dihat hezkirin bû”
Derya Yildirim çîroka Hamît Pamuk jî xwend û wiha got: “ Hamît Pamuk ê di sala 1961’an de li Qulpê hat dinê, di sala 1985’an de li Nexweşxaneyê Zanîngeha Dîcleyê wek teknîsyênê Rontgenê dixebitî. Tekiliya Pamûk a bi gel re gelek baş bû. Ji ber vê yekê dihat hezkirin. Ew tekîlî hin kesan nerehat dikir û gef lê dihatin xwarin. Wexta ku ji bo 1'ê Gulanê li pêşiya nexweşxaneyê bi sendikayê re daxûyanî dixwine midurê polîsa gef li dixwe û wî asteng dike. Piştî vê bûyerê di sala 1993'yan de li navçeyê Rezan ji aliyê sê kesên ku serçavê wan rûpoşkirî ve bi çekan tê kuştin. Li vê derê hevalê wî yê zarokatiyê Îkram Han jî tê kuştin. Heta îro jî faîlê wan nehatine dîtin."
Piştî xwendina çîrokan ji bo hemû windahiyan deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û piştre çalakî bi dawî bû.