Xizmên Hamdiye Şik gotin ku ew ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin

Xizmên Hamdiye Şik ku li Bismilê ji hêla hevjînê xwe û sercerdevanê bi navê Mahmut Karaaslan ve hatibû qetilkirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan û bang li raya giştî kirin ku piştgiriyê bidin wan.

Amed - Hamdiye Şik û kurê wê Kadîr Karaaslan, di 18’ê tîrmeha sala 2020’an de li gundê Kaxitlî yê Bismila Amedê ji aliyê hevjînê xwe yê berê û nevsiyên xwe yên cerdevan ve hatibûn qetilkirin. Danişîna doza Şik û kurê wê dê sibê li Edliyeya Amedê pêk bê.

Zarokên Hamdiye Şik, îro hatin pêşiya Edliyeya Amedê û daxuyaniyek dan. Endamên Komeleya Jinan a Rosa û Baroya Amedê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dowîzên “Em edaletê dixwazin”, “Dengê me bibihîzin” û “Dayik û birayê me kuştin û em edaletê dixwazin” hatin rakirin. 

“Divê ku kujer werin cezakirin”

Di daxuyaniyê de bûka Hamdiye Şik, Bahar Karaaslan axivî û wiha got: “Hemû kesên di vê komkujiyê de cih girtin, bi plan bûn. Hê di kêliya ewil a ketina girtîgehê de van kujeran gotin ku dê bên berdan. Me bawer nedikir lê belê bi rastî jî derketin. Em dixwazin edalet pêk bê. Em ji tu kesê merhemetê naxwazin divê edalet were bicihanîn. Em dixwazin edalet pêk were. Banga min ji bo raya giştî ew e ku piştgiriyê bidin me.” 

“Em nizanin dê çarenûsa me çawa be”

Piştre jî keça Hamdiye Şik, Sevînç Karaaslan axivî û wiha got: “Di êrîşê de ez jî birîndar bûm. Di vê komkujiyê de kujer Mahmut û zarokên wî hevkar bûn. Lê dîsa jî hatin berdan. Em dixwazin ku êdî ji vê rewşê re bibêjin ‘bes e.’ Xetera mirinê li ser jiyana me heye. Em nizanin ka em ê îro bi saxî vegerin malê yan na. Banga me ji bo rayedaran ew e ku divê êdî denge me bibihîzin. Em nizanin dê çarenûsa me çi be. Em ê dev ji lêgerîna xwe ya edaletê bernedin. Hêviya me ew e ku di danişîna sibê de biryareke adilane bê dayîn.”