Jinên Kobanê li hemberî dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne

Rêxistina Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan du çalakî li navçeya Çelebî ya kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê li darxistin.

Kobanê- Rêzeçalaliyên li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser xakên Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star di bin silogana "Bi vîna gelan û gêrîla emê dagirkerî, faşîzim û îxaneta PDK`ê têk bibin" îro li navçeya Çelebî ya kantona Kobanê konê çalakiyê li darxist. Di çalakiyê de dayikên Aştiyê, Malbatên cangoriyan, meclîs û rêveberiyên navçeya Şêran, Qinê û bajarokê Sirînê amedebûn.

Li aliyekî din Yekîtiya Jinên Ciwan di heman çarçoveyê de meş di bin silogana "Werin cenga azadiyê emê îxanetê têk bibin" birêxistin kir. Meşa ku bi siloganên "Gêrîla rûmet e" û "Bimre îxanet û dagirkerî" ji cem navenda Kongreya Star destpê kir, li konê çalakiyê bi dawî bû û ciwan beşdarî mitîngê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongreya Star ya navçeya Çelebiyê Zelîxa Elî axivî.

Zelîxa Elî da zanîn ku jinên Kobanê li hemberî êrîşên dagirkerî û îxantetê nasekinin û got: "Em çalakiya xwe diyarî şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin. Di roja îro de êrîşên cur be cur li ser gelê Kurd tên meşandin, di destpêkê de jî li ser Rêber Apo, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî. Ev êrîş di bin rêveberiya hinek aliyên xayîn ve tê kirin, lê emê xwedî li serok, şervan û destkeftiyên xwe derkevin û weke jin pêşengiya vê berxwedanê bikin."

"Emê li hemberî dagirkeriyê bê bersiv nemînin"

Berdevka komîteya jin ya Meclîsa navçeya Çelebiyê Emîne Mustefa hêrs û helwesta xwe wiha anî ziman: "Emê bi rih û can piştevaniya zarokên xwe dikin, ji dema ku êrîş li Başûrê Kurdistanê destpê kirin me jî weke jin dest bi çalakiyên piştgiriyê kir. Em dewleta tirk bu tundî şermezar dikin, ew li ber çavên tevahî cîhanê terorê dike lê hemû hêz jî wan destek dikin. Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê bin dikeve, ji ber vê ew rojan e herêmên me topbaran dike. Ev yek tirs û binketina dewleta tirk nîşan dide, ji ber vê  em bawerin ku wê serkeftin ya me be. Ji xwe em weke Kurd li ser axa xwe dijîn û me tu zirar neghandiye kesî. Lê hêzên ku êrîşî me bikin, emê bersiv bidin û mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Em weke gel, heger ji me bê xwestin emê berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê û çavên dijmin birjînin."