Akademîsyena Aştiyê Guldan Ozcan jiyana xwe ji dest da

Akademîsyena Aştiyê Guldan Ozcan a ku demek dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Akademîsyena Aştiyê û civaknas Guldan Ozcan a ku demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Akademîsyenên Aştiyê li ser hesabê xwe yê medyayê ragihandin ku Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest daye.

Guldan Ozcan, li Zanîngeha Lethbrîdge di beşa Civaknasiyê de xebatên xwe didomand.