Xizmên girtiyan: Mafê jiyanê pîroz e

Xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya Nobeta Edaletê de li ber ATK'ê ya Amedê hatin cem hev û gotin, “Beyî ku em bêjin havîn û zivistan me daxwazên xwe qîr kir. Ev 10 meh in tu bersiv ji daxwazên me re nehatiye dayîn.”

Navenda Nûçeyan – Nobeta edaletê ya xizmên girtiyan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Malbatan daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Federasyona Komeleyên Alîkarî û Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwarî re (TÛHAY-DER), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya 78'an a Amedê piştgirî dan çalakiya malbatan. 

“Mafê jiyanê pîroz e”

Di çalakiyê de xizma girtî Herdem Merwanî axivî û diyar kir ku bi mehan e nobetê digirin lê kes guh nedaye daxwazên wan. Herdem Mervanî anî ziman ku wan gelek caran daxwazên xwe ji saziyan re anîne ziman û wiha got: “Beyî ku em bêjin havîn û zivistan, me daxwazên xwe qîr kir. Ev 10 meh in tu bersiv ji daxwazên me re nehatiye dayîn. Hemû kes me bi tenê hişt, bi taybetî jî partiyên siyasî. Belê, em westiyane, lê ev nayê wê wateyê ku em ê daxwazên xwe bilêv nekin. Yekane daxwaza me berdana girtiyên nexweş e. Hemû civak baş dizane ku daxwazên me mafdar in. Tu wateya ku girtiyên nexweş piştî mirina xwe bînin rojevê nîne. Mafê jiyanê pîroz e.”