Li Ukraynayê ji ber şer 972 zarok birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de ku ji meha Sibatê ve dest pê kiriye, herî kêm 972 zarok birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – UNICEF daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de herî kêm 972 zarok birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane û da zanîn ku her roj zêdetirî pênc zarokan birîndar dibin an jî tên qetilkirin.

Rêvebera UNICEF’ê Catherine Russell di daxuyaniyê de anî ziman ku ev hejmarên  Neteweyên Yekbûyî kariye piştrast bike û wiha pê de çû: "Hejmara rastî wê gelek zêdetir be. Bikaranîna çekên teqemenî bûye sedema gelek qurbaniyan ku piraniya wan zarok in. Ev çek ferqê naxin navbera sivîl û şervanan, nemaze dema ku li herêmên niştecih tên bikaranîn. Biryarên bêhiş ku ji hêla mezinan ve tên girtin zarokan dixin xeterek mezin. Şer pergala perwerdeya Ukraynayê hilweşand. Dibistan hatin hedefgirtin. Divê hemû zarok biçin dibistanê da ku bixwînin. Divê li Ukraynayê demildest agirbestek çêbibe û hemû zarok ji zirarê bên parastin. Zarokên Ukraynayê bi lezgînî hewceyê ewlehî, aramî, gihîştina perwerdehiya ewledar, karûbarên parastina zarokan û piştgiriya psîkolojîk in."